Overture; Balefira gelekî bilez ku navbira demê heta nîvî kêm dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337910-overture_balefira_gelekî_bilez_ku_navbira_demê_heta_nîvî_kêm_dike
Kompaniya Boom Supersonic'ê balefira xwe ya nû ku balefireke gelekî bilez a weke Konkordê (Concorde) ye, nimand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2022 14:17 Asia/Tehran
  • Overture; Balefira gelekî bilez ku navbira demê heta nîvî kêm dike

Kompaniya Boom Supersonic'ê balefira xwe ya nû ku balefireke gelekî bilez a weke Konkordê (Concorde) ye, nimand.

 

Ev kompaniya amerîkî hêvîdar e ku balefira nû guherînekê di geştên asimanî da pêk bîne û dema rêwîtiya asimanî li ser Oqyanûsa Atlantîkê heta nîvî kêm bike.

Navê vê balefirê 'Overture' ye û wek kurê Concorde'yê tê binavkirin û dikare ji 65 heta 80 rêwiyan bi lezeke du beranberî balefirên îroyî veguhezîne.

Ev kompanî dibêje, modela herî dawî ya balefirên wan dema firrîna ji New York bo Londonê bi qasî 3,5 saetan û ya Los Angeles bo Sîdniyê bi qasî zêdetirî heşt saetan kêm dike.