Zêde ji nîvê nexweşiyan bi guherînên rewşa hewa dê xerabtir bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i336000-zêde_ji_nîvê_nexweşiyan_bi_guherînên_rewşa_hewa_dê_xerabtir_bibin
Lêkolînek nîşan dide ku guherînên rewşa hewa zêde ji 200 nexweşiyan xxerabtir dike û pergala ewlehiyê ya leşê mirovan lawaztir dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2022 13:23 Asia/Tehran
  •  Zêde ji nîvê nexweşiyan bi guherînên rewşa hewa dê xerabtir bibin

Lêkolînek nîşan dide ku guherînên rewşa hewa zêde ji 200 nexweşiyan xxerabtir dike û pergala ewlehiyê ya leşê mirovan lawaztir dike.

Li gorî lêkolîneke nû, zêde ji sedî 58ê nexweşiyên mirovan ji ber guherînên rewşa hewa xerabtir bûne.

Ev lêkolîn ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Mamoa'yê ya Hawayiyê va di Nature Climate Change'ê da hatiye weşandin û bi awayekî sîstematîk nimûneyên jiyana rasteqîn ên ketine bin bandora deh xeterên keşûhewayê yên xerabtirbûyî ji ber belavbûna gazên gulxaneyî li ser nexweşiyên mirovî lêkolîn kirine.

Ev deh babet ev in: Germbûna hewa, hişkesal, pêla germayê, agirpêketin, barîna giran, lehî, bahoz, zêdebûna asta ava deryayan, guherînên biyogeokîmyayî û guherîna asta Erdê.