Ji bo destxeta Bob Dylanî 1.3 mîlyon dolar dixwazin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i334359-ji_bo_destxeta_bob_dylanî_1.3_mîlyon_dolar_dixwazin
Gelo destxetek bi 1,3 mîlyon dolarî dike? Ger destxeta navdarekî be, bersiv erê ye. Destxeta ku gotinên stranan ên hunermend, xwediye Xelata Nobelê ya Wêjeyhe Bob Dylan têde ne derxistin mezatê. Ji bo vê destxwetê 1.3 mîlyon dolar tê xwestin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2022 07:06 Asia/Tehran
  • Ji bo destxeta Bob Dylanî 1.3 mîlyon dolar dixwazin

Gelo destxetek bi 1,3 mîlyon dolarî dike? Ger destxeta navdarekî be, bersiv erê ye. Destxeta ku gotinên stranan ên hunermend, xwediye Xelata Nobelê ya Wêjeyhe Bob Dylan têde ne derxistin mezatê. Ji bo vê destxwetê 1.3 mîlyon dolar tê xwestin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Hunermendê amerîkî Bob Dylan di sala 1965’an de strana “Like A Rolling Stone” derxistû piyaseyê, stran wekî “strana serketî ya hemû serdemê” hatibû hilbijartin û bûbû klasîkek. Ev destxeta vê stranê niha derxistin mezatê û bi 1.3 mîlyon dolarî tê fiotin.

Her wiha, Belgeyên hunermendê 81 salî yên ku berê nehatine weşandin derxistibûn mezatê ew bi 495 hezar dolarî hatibûn firotin.