Amazonê "Servîna Înterneta Alexa"yê piştî 25 sal bikaranînê qut kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i333877-amazonê_servîna_Înterneta_alexa_yê_piştî_25_sal_bikaranînê_qut_kir
Servîsa Înternetî ya Alexa'yê (Alexa Internet service) ku têkildarî analîz û rêzebendiya trafîka webê û ser bi Kompaniya Amazonê bû, roja 1ê Gulana 2022an ji çalakiyê hat xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2022 04:31 Asia/Tehran
  • Amazonê

Servîsa Înternetî ya Alexa'yê (Alexa Internet service) ku têkildarî analîz û rêzebendiya trafîka webê û ser bi Kompaniya Amazonê bû, roja 1ê Gulana 2022an ji çalakiyê hat xistin.

Rêveberê Malpera Alexa'yê di vî warî da tu şiroveyek raber nekir û tenê sipasiya abone û mixabetên xwe kir û nivîsî ku ev biryarek dijwar bûye.

Servîsa Alexayê sala 1996an ji aliyê du karsazên webê yanî Brewster Kahle û Bruce Gilliat va hat damezirandin. Navê vê malperê wek rêzgirtina li pirtûkxaneya Skenderiye (Alexandria) li Misirê wek cihwarekî mezin ê taybetî zanisstê hat bijartin.

Vê kompaniyê amûrek hebû ku li gorî analîzkirina têketin-derketina bikarêneran dikarî ji wan ra bibêje ku piştî serdana rûpeleke webê, serdana kîjan rûpelî bikin. Alexayê her wiha gelek taybetmendî bi awayê belaş pêşkêşî xwedî û rêveberên malperan dikir, di nav da, nîşandana hejmara serdaneran, tevahiya serdanan, lînkên têketinê, navgîna dema ku serdaner di malperê da dimînin û hejmara rûpelên serdankirî ji aliyê her bikarênerekî va û cûreyên matorên lêgerîna li Înternetê.