Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i332131-li_eyn_Îsayê_şûnwarek_hate_vedîtin
Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî li ser agahiyên şêniyan, li nêzî navçeya Eyn Îsayê şûnwarekî dîrokî vedît.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2022 15:47 Asia/Tehran
  • Li Eyn Îsayê şûnwarek hate vedîtin

Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî li ser agahiyên şêniyan, li nêzî navçeya Eyn Îsayê şûnwarekî dîrokî vedît.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Piştî lêkolînên Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî û Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Firatê şûnwarê nû hate vedîtin. Di encama lêkolînan de derket holê ku ev şûnwar ji serdema Bîzansê maye.

Komîteya Çandê û Gerînendetiya Şûnwaran agahî dan aliyên têkildar û hêzên ewlehiyê da ku şûnwar were parastin.

Navçeya Eyn Îsayê bi gir û cihên dîrokî navdar e. Piştî dagirkeriya DAIŞ`ê, li gundê Xirbet Hedle yê navçeyê mozaîk hatibûn dîtin.

Şûnwarê ku nû hatiye vedîtin, bi 2 kîlometreyan li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ye.