Îrana îro - Bajarê Bilqeysê, mîrasa dîrokî ya ji kelpêç û heriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i330042-Îrana_îro_bajarê_bilqeysê_mîrasa_dîrokî_ya_ji_kelpêç_û_heriyê
Di 3 kîlomitiriya başûrê rojavayê bajarê Sferayînê li parêzgeha Xorasana Bakur şûnwareke kevnare heye ku ereban ji ber bedewiya wê navê Bilqeys lê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2021 05:16 Asia/Tehran
  • Îrana îro - Bajarê Bilqeysê, mîrasa dîrokî ya ji kelpêç û heriyê

Di 3 kîlomitiriya başûrê rojavayê bajarê Sferayînê li parêzgeha Xorasana Bakur şûnwareke kevnare heye ku ereban ji ber bedewiya wê navê Bilqeys lê kiriye.

Bajarê Bilqeysê binayeke kelpêçî û ji herî ye ku ji mezintirîn binayên bi vî awayî li Îranê tê hesibandin. Rûbera vê şûnwarê dîrokî zêdetirî 180 hektarî ye û tiştê mayî pêkhatî ji bermahîka Ergê û kendeka derdora wê, birc û baro, gora Şêx Azerî, wêraneyên Minar Tepeyê, Cemeddank, Kûreya Sifalgeriyê, bazar, embara avê, karwansera û goristaneke mezin e. Tiştê ku ji vê mîrasa dîrokî maye di rastiyê da beşa herî berbiçav û zêde hilneweşiyayî wê, Erga vê şûnwarê ye. Li vê ergê 29 birc hene ku bilindahiya wan derdora 11 mitrî ye û ji mezintirîn kelehên kevnare yên Îranê tê hesab.