May 26, 2023 17:31 Asia/Tehran
  • Nîgeraniyên ji ber çalakiya Volkana Popocatépetl'ê li Mekzîkê zêde dibin

Gelê sê eyaletên başûrê rojhilatê Mekzîkê di tirs û xofa ji ber çalakiya Volkana Popocatépetl'ê da ne.

Li gorî rapora France Press'ê, Volkana Popo'yê bi bilindahiya 5426 mitran ji Îniya derbasbûyî careke din çalak bûye.

 

Her çend ku asta hişyariyê hîn negihîştiye ya sor, lê qada qedexetiya derbasbûnê li derdora vî çiyayê volkanê gihîştiye 12 kîlomitrî.

 

Ji ber teqînên zehf li bin volkanê hin erdhejok qewimîne.

Ji niştecihên derdora vê volkanê ra hatiye tewsiyekirin ku maskê bi kar bînin.

Ji sala 1994an va heta niha Volkana Popocatépetl'ê bi caran çalak bûye.

 

 

Serepeyv