May 23, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Volkana Merapî'yê li Endonezyayê careke din çalak bû

Çiyayê Merapîyê li Endonezyayê wek volkaneke herî çalak li cîhanê îro Sêşemî bi hilpirjîna dubare, madeyên sincirî kewkî navbira zêdetirî du kîlomitran dûrî devika volkanê kirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Navenda Lêkolîn û Geşepêdana Teknolojiya Bobelatên Erdnasiyê ya Endonezyayê îro qala tomarkirina bi dehan erdhejokên têkildarî hilpirjîna Çiyayê Merapîyê kir.

Resedxaneya dewletê ya Volkana Merapîyê îro dîmenên nû ji hilpirjîna madeyên sincirî ji devika vî çiyayê volkanê weşandin.

Hêjayî gotinê ye, Merapî volkaneke herî xeternak li Endonezyayê ye ku ji sedsala 16an va heta niha bûye sebeb bi hezaran kes ji niştecihên derdorê ji ber çalakbûna wî bimirin.

Sala 2006an derdora 5000 kesî ji ber çalakbûna vê volkanê canê xwe ji dest dan.

 

Serepeyv