May 16, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Pergala Kinzhal'ê ya Rûsyayê Patriot'a Amerîkayê têk bir

Rûsyayê ragihand ku di êrîşa li ser Ukraynê da, pergala bergiriya asimanî ya Patriot'a Amerîkayê bi mûşeka Haypersonîka rûsî ya Kinzhal'ê ji nav çû.

Rûsyayê cara yekem Adara 2018an mûşeka haypersonîk a Kinzhal'ê nimand.

Li gorî rapora Fars News'ê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê tevî piştrastkirina êrîşên xwe yên êvar û berbangê li ser Ukraynê ragihand ku di êrîşa ser Kiyêva paytexta Ukraynê da pergaleke bergiriya asimanî ya Patriot'ê ya Amerîkayê bi mûşeka Kinzhal'ê ya Rûsyayê ji nav çû.

Hêjayî gotinê ye, Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê sala 2018an û dema nimandina Mûşeka Kinzhal'ê, ev mûşek wek "Têkneçûyî" bi nav kiribû.

 

Serepeyv