Adar 13, 2023 14:55 Asia/Tehran
  • Encama lêkolînan | Mirovên çepdest zêdetir afirîner in

Encamên çend lêkolînan nîşan didin kesên ku bi destê xwe yê çepê dinivîsin, zêdetir aliyê rastê yê mejiyê xwe ku navenda afirînerî û dahêneriyê ye, bi kar tînin.

Malpera zanistî ya Ca m’intéress’ê nivîsî: “Derdora sedî 10 ji mirovan çepdest in. Lêkolînên zanistî vê teoriyê hilêdixin ku kesên çepdest nîveka aliyê rastê yê mejiyê xwe çalaktir dikin. Nîvkoreya rastê yê mejiyê mirov taybetî afirînerî, xeyalkirin û îlhamê ye.”

Dr “Eric Zillmer” mamosteyê neuropsîkolojiyê li Zanîngeha Drexel’ê ya Amerîkayê got: “Çalakiya mejî li çepdestan ciyawaz e digel rastdestan. Ev yek di lêkolînekê di sala 2021ê da hat têderxistin. Çalakiya her yek ji du nîvkoreyên mejî ji taybetmendiyên bingehîn ên pergalmendî û darêja mejî ye. Biryardan, gepkirin, nivîsîn û her wekî din hin çalakiyên mejî ne ku di nîvkoreyeke mejî da pêk tên.”

Wî her wiha got: “Nîvkoreya çepê kiryarine mîna axaftin, nivîsîn û têgihîştinê organîze dike; di halekî da ku nîvkoreya aliyê rastê zêdetir taybetî afirînerî û derbirrîn û beyana hunerî ye.”

Dr. Zillmer bawer e bikaranîna zêdetir a vê beşa mejî dikare çepdestan herî zêde afirîner bike.

 

Serepeyv