Çile 24, 2023 14:50 Asia/Tehran
  •  Nihêniyên balefirên amerîkî yên F-15 û F-16'ê hatin aşkirakirin

Leyîzerên lîstikên online bêyî ku haya wan jê hebe sirreke leşkerî ya rêzebendîkirî derbarê balefirên şêrr ên amerîkî aşkira kirin.

Leyîzerên Lîstika bi navê War Thunder'ê beriya vêya jî hin hûrgiliyên Tanka şêrr a "Challenger 2"ê ya Brîtanyayê, Tanka Leklerk'ê (Leclerc) ya Fransayê û topên dije-zirêhî yên çînî ji cûreya DTC10-125'ê û hwd aşkira kiribûn.

Aşkirakirina herî nû ya nihêrniyên leşkerî têkildarî balefira şêrr a cûreya Falcon F-16'ê ya Kompanîya General Dynamics'ê û balefira şêrr a F-15'ê ya Kompanîya McDonnell Douglas'ê ye ku her du amerîkî ne.

Li gorî rapora Malpera RT'yê, Weke babetên din ên aşkirakirinê, ev babet jî di encumeneke gotûbêja derbarê Lîsatika War Thunder'ê da pêk hat; cihê ku leyîzerên lîstikeke online a li gorî rastiyê, bi giştî gilî û gazinan ji diqeta çek û rexên xwe yên leşkerî dikin.

Di 16ê Çileya 2023an da û di dewama behsekê da ku ji nîveka sala 2022an va derbarê balefirên F16'ê dest pê bûbû, leyîzerekî hin belgeyên balkêş derbarê mûşekên rênimûnbûyî bi Radara AIM-120'ê û du rojên din jî leyîzerekî din komelek ji destûrkarên nermalavê ji bo F-15E'ê pêkhatî ji hûrgiliyên kontrola firrînê, armancgirtin û pergalên çek û rextên wê, weşandin.

Weke babetên bi vî rengî ku aşkirakirina derbarê sîstemên çek û rextan pêk hatibû, rêveber û çêkerên lîstikê ev zanyariyên hestyar jêbirin.

Weşandina daneyên leşkerî li cihên qedexekirî weke encumena lîstikên online dikare dûhatine weke sepandina boykotên medenî an jî dasepandina cezayê bi xwe ra bîne.

Lîstika War Thunder'ê çêkirî ji aliyê Kompaniya Gaijin Entertainment'ê û bi jêderka rûsî ye ku li Bûdapêsta Hungaryayê bi cih bûye û rê dide leyîzeran ku bi sûdwergirtina ji çek û rextên leşkerî yên dîrokî û nûjen bi hev ra şer bikin.

 

Serepeyv