Mijdar 17, 2022 16:06 Asia/Tehran
  • Piştî 50 salan gaveke nû ya NASA'yê; Artemîs 1

Daîreya Feza û Hewayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê NASA piştî 50 salan careke din berê xwe da Hîvê. NASA'yê roketa herî xurt a cîhanê Artemîs ber bi Hîvê de şand. Roketa ji Florîdaya Amerîkayê hat firandin û bi vî awayî careke din rêwîtiya fezayê dest pê kir.


Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Bi vê xebatê NASA dixwaze li hîvê mayînde be û ji bo di pêşerojê de ji bo Marsê rêwîtî çêbin jî dê amadehiyan bike. 
Artemîs navê xwişka Apollonê di mîtolojiya yewnaniyan de ye û niha ew nav li vê roketa ku firandin kirin.  Bi hezaran kes çûn temaşekirina firandina Artemîs 1'ê. Ger Artemis 1 bi ser bikeve, astronotên NASA'yê di sala 2024'an de dê bikaribin li dora Hîvê bifirin û di sala 2025'an de dê xwe li Hîvê dayînin.

Di meha Tebaxê de ji ber pirsgirêkên teknîkî, di meha Îlonê de jî ji ber Bahoza Ianê ev firandin hatibû bipaşvexistin û duh ew firandin. Artemis 1 piştî 25 rojan roja 11'ê Kanûna 2022'yan dê xwe li Oqyanûsa Pasîfîkê deyne.


 

Serepeyv