Îlon 23, 2022 12:06 Asia/Tehran
  • Li 'Dergeha Dojehê' bi sedan neheng di heriyê da asê man û mirin

Bi sedan Nehengên Pîlot (Pilot Whales) li pravên Tasmaniya Australyayê di heriyê da asê man û mirin.

Gerçî ku sedema asêmana nehengan tam ron nîne, lê zanyar bandora diyardeya germbûna cîhanê da destnîşan dikin. Li gorî gotina wan, germbûna Erdê bûye sebeba guherîna tevgerên oqyanûsî û bi vê yekê ew ji xwarekên xwe dûr mane. Ji ber vê yekê, ev neheng di lêgerîna ji bo xwareka xwe da vê xetereyê qebûl dikin û ji kewşena xwe dûr dibin û digihêjin deverên nû wek peravan.

Hatiye ragihandin ku kesên xwebexş û hêzên alîkarîgihan karîne 32 Nehengên Pîlot vegerînin nav deverên kûrtir, lê 200 neheng mirin.

Devera ku ev neheng di heriyê da asê mane, kûrahiya wê nizim e û wek Dergeha Dojehê tê naskirin. Du sal beriya niha jî 350 neheng li vê navçeyê di heriyê da asê man û mirin.

Veguhestina nehengên asêmayî di heriyê da bo nav deverên kûr hewcetî bi alavine taybet heye û xîzên peravê yên nerm li vê peravê, operasiyona rizgarkirina nehengan dijwar dike.

 

Serepeyv