Tebax 05, 2022 10:40 Asia/Tehran
  •  Li Girê Filan a gundekî Karaza Amedê 2 hezar û 687 berhemên dîrokî hatin dîtin

Li gundekî Karaza Amedê girek heye bi navê “Girê Filan” (Girê Filehan). Ev çar sal in li wî girî xebatên arkeolojiyê didomin. Ajansa dewletê ya Tirkiyê, AA’yê ragihandiye ku li gir 2 hezar û 687 berhemên dîrokî derxistine holê ku dîroka wan digihîje Berî Zayînê bi 7 hezar salî.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Xebatên kolandinê di bin şêwirmendiya Seroka Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Fen Edebiyat a Zanîngeha Kocaelî Prow. Dr. Ayşe Tuba Okse de têne birêvebirin.

Berhemên hatine firaqên ji Serdema Neolîtîk in. Komek ku ji arkeolog, restorator, antropolog û dîrokzanên hunerê pêk tê berhemên derxistine paqij kirine û teslîmê Midûriyeta Muzeya Amedê kirine.

Prof. Okse ji bo ajansê gotiye ku dîroka vê derê diçe heta 11,13 hezar sal berê, berhemên dîtine nîşaneyên civakên wê demê ne. Okse wisa gotiye, “Sê çalên meziniya wan dor 10 metrene derxistine holê û wisa dom kiriye, “Di yekê de stel (guç) hene û ev hemdemên Girê Miraza* ne. Di hunderê wê de dar paye hene ku ber bi serxanî ve diçin. Li gor berheman li vê derê tevgerên ritûelê (ayînî) çêbûne. Em dikarin bibêjin der barê baweriyekê de jiyana civakî jî pêre, ev der bi hev re bi kar anîne. Em rasterast nikarin ji vê re bêjin perestgeh. Ji ber ku hê ew qas dane li ber destên me nînin. Ev der wekî avahiyên taybet dixuyin. Eynî wekî Girê Miraza.”

Li gor agahiyên hatine belavkirin di nav berhemên hatine derxistin de kevirê hêrandinê, kevirê tûjkirina amûran, bivirê kevirîn, amûrên birînê û kolandinê, fîgurên ji axê û ji keviran, berhemên camîn hene. Prof. Okse gotiye ku 1023 berhemên ji bo bêne nîşandayîn, yanê di muzeyê de bêne pêşkêşkirin, 1664 heb jî ji bo di weşan û tezan de bêne bikaranîn teslîmê muzeyê kirine.

Xwendekara doktorayê ya ji Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Kocaelî Ozlem Ekînbaş Can jî wisa gotiye, *Ji bo xeta Firatê Girê Miraza çawa bûye sembol, ji bo xeta Dîcleyê jî Girê Filan dikare bibe sembol” û diyar kiriye ku divê ev der ji bo tûrîzmê bê vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku, Girê Miraza gireke dîrokî ye li Rihayê. Dîroka vir jî diçe hate Berî Mîladê bi 11-12 hezarî. UNESCO'yê ev der girtine nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê.

Serepeyv