Tîrmeh 31, 2022 12:38 Asia/Tehran
  •  Giyayekî nû li çiyayên Elka Wanê hat dîtin

Li navçeya Elkê ya Wana Tirkiyê di çarçoveya xebatên zanistî yên dewam dikin de giyayekî nû bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" hat tomarkirin.

Mamosteyê Şaxa Zanista Serekeya Botanîk a Beşa Biyolojiyê li Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Dr. Îbrahîm Demir û Mamosteyê Zanîngeha Bayburtê Dr. Abdurrahman Sefalî û Mamosteyê Zanîngeha Çewlîgê Dr. Yakup Yapar bi armanca tespîtkirina nebatên nû li Çiyayê Îspîrîzê yê li navçeya Elkê par dest bi xebatê kiribûn.

Mamosteyên navborî nebatên ji herêmê berhev kiribûn kontrol kirin û ji famîlyaya maydanozan nebateke nû keşif kirin.

Ev nebata nû hat keşifkirin û di nav koma ji hêla tibî û aromatîk bi kêr in de cî digire bi navê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" di xebatên zanistî de hat tomarkirin.

Gotara ku hîndekaran der heqê "pastînaca vanensîs/Keşîra Wanê" de nivîsî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê de hat weşandin û ji Wanê nebateke nû di qada zanistê de hat tomarkirin.

Bidlîs Dr. Îbrahîm Demir got ku par derketin Çiyayê Îspîrîzê û nebata ku bala wan kişand jê beşek hildan cem xwe û di encama lêkolînên zanistî de dîtin ku ew giyayekî wisa ye hêj nehatiye keşifkirin û wiha got: "Gotara me ya der heqê nebatê de jî di kovara zanistî ya Phytotaxsayê de hat weşandin û di cîhana zanistê de wê nebatê wekî cureyeke nû ciyê xwe girt."
 

Serepeyv