Tîrmeh 24, 2022 09:35 Asia/Tehran
  •   Li Semsûrê 3 mezelên ji heyama Romayê mane hatin dîtin

Li Kahtaya navçeya Semsûrê 3 mezelên ji heyama Romayê mane hatin dîtin.

Li beldeya Akincilarê di depoya avê ya di sala 1973yan da hatiye çêkirin xebatên nûkirinê dest pê kir û di dema xebatan da 3 mezel hatin dîtin.

Merzelên ku ji kevirên hatine xeritandin hatine çêkirin tê texmînkirin ku ji heyama Romayê mane. Ji mezelan ji xeynî dîzikan bivirê mînyatur û melzemeyên cur be cur derketin.

Midûrê Muzeya Semsûrê Mehmet Alkan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir xebatên kolanê temam bûne û mezel hildane parastinê.

Alkan destnîşan kir tê texmînakirin ku mezel ji heyama Romayê mane û wiha got, "Di xebatên kolandinê da em qederê 4 mêtro çûn xwarê. Di encamê da 3 mezel derketin."

Serepeyv