Tîrmeh 19, 2022 07:17 Asia/Tehran
  •  Li Wanê ji mîdeya jinekê 158 perçe tişt hatin derxistin

Li Wanê ji mîdeya jineka 24 salî ya ji ber ku derzî daqurtandiye çû nexweşxaneyê 158 perçe tişt hatin derxistin.

Hat ragihandin ku jinika pirsgirêkên wê yên derûnî hene ji ber êşa ku derzî daqurtandiye anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.

Li nexweşxaneyê rontgena (Tîrêja X'yê) wê hat kişandin û hat tesbîtkirin ku dî mîdeya wê da tiştek heye.

Piştî ku hat emeliyatkirin ji mîdeya wê 158 perçe tiştên wek meqesa neynûkan dibire, kêr, mûçing, bizmar, derzî û mifte hat derxistin.

Jinika nexweş piştî emeliyateke du saet û nîvan û tedawiyê ji nexweşxaneyê hat rihetkirin.

Op. Dr. Yusuf bijîşkê ku ew jin emeliyat kir got piştî kontrolê wan tesbît kir ku di mîdeya wê da hin tişt heye û wiha axivî: "Ya rast min jî pêşiyê bawer nekir. Me xwest ku em bi endoskopiyê

derxin, lê derzî mezin bû me jî emeliyat kir. Di emeliyatê da em metel man. 158 perçe alavên din hebûn, me gişk derxist. Rewşa nexweşa me baş e."

Serepeyv