Hezîran 21, 2022 23:16 Asia/Tehran
  • Çala reş a herî zû mezin dibe, hate dîtin

Space.com ragihand ku çala reş a nû hatiye keşifkirin, bi 500 qatî ji çala reş a li navenda Kadizê mezintir e û ronahî bi xwe jî nikare xwe ji hêza wê ya kişandinê rizgar bike.

Zanyar îdîa dikin ku çaleke reş a welê mezin keşif kirine ku Sîstema Rojê dikare bikeve navê.

Li gorî lêkolînerên Zanîngeha Neteweyî ya Awûstralyayê, çala reş her gavê bi qasî Cîhanê ji gerdûnê dixwe.

Lêkolînerê sereke Dr. Christopher Onken ji bo keşfê got, "Derziyeke gelekî mezin a li kadînê."

Space.comê ragihand ku çala reş a nû hatiye tespîtkirin ji çala reş a li navenda Kadizê bi 500 qatî mezintir e û ronahî bi xwe jî dema nêzî wê bû, nikare xwe ji hêza wê ya kişînê rizgar bike.

Dr. Onken û tîma wî diyar kir ku çala reş a nû hatiye tespîtkirin ewqasî dibiriqîne ku bi teleskopên amator jî dikare bê dîtin.

Serepeyv