Çile 10, 2022 10:10 Asia/Tehran
  • Li Dîlokê - Jinek ji bacanên hişkkirî guharan çêdike û difiroşe

Senem Turkkana li Dîlokê dijî bacanên hişkkirî yên li ser sifreyan gelekî tên xwarin bi hin guherînên piçûk va dixe guhar û gerdenî.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Turkkana 38 salî ya xanima malê ya li Oxuzeliyê dijî ji bo parçeyên bacanên hişkkirî neavêjin ser sergoyê hewl dide.

Turkkanê li Ezogelina Koperatîfa Jinan a Cotkariyê ya 2 sal berê bi piştgiriya Ajansa Pêşxistinê ya Îpekyoliyê hat avakirin dest bi kar kir û hundirê bacanan derxist.

Jinika xwe qeydî kûrsa hişkkirina bacanan a li navçeyê kir projeya "Guharên Bacanê" amade kir û ji Yekîtiya Ewropayê hema bêje 2 hezar Ewro piştgiriya hîbe sitand.

Turkkan ji bacanên hişkkirî guharên ji hev kawtir çêdike û li ser înternetê difroşe bi vî awayî piştgiriyê dide debara malbata xwe.

Senem Turkkanê diyar kir ku di dema hesadê da bacan berhewa dibin.

Turkkanê got ji bo vê jî projeya "Guharên Bacanan" amade kir û wiha pê da çû:

"Min pêşiyê bacanên piçûk qasî ku bibin guhar jê kirin. Paşê jî çûm kûrsa hişkkirina bacanan a li navçeyê. Projeya min a guharên bacanan hebû. Ji bo projeya xwe çêbikim min amûrên çêkiribûn li ser înternetê firotin. Min bi paketên Şaredariya Mezin va guharên xwe şand. Kesên dîtin gelekî ecibandin. Herî dawîn min bi diyarî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan."

Turkkanê got bi kulîlkên piçûk va dest bi karê dîzaynê kir û wiha axivî:

"Piştî ku min hîbe hilda jî pê pense, morî û amûrên din kirîn. Min ji xwe ra ciyê xebatê çêkir. Ez her roj guharên xwe pêş dixim. Dema dibêjin guharên bacanan wekî karekî hêsan xanê dike.

Kolandina bacanên mezin hêsan e lêbelê ya yên piçûk bi zehmet e. Pêşiyê yên piçûk kom dikim û paşê hundirê wan dikolim. Paşê wan hişk dikim. Penseyê didim destê xwe wan bi morî û mircanan rengîn dikim. Ez cota guharan bi 50 lireyî difroşim. Kesên guharan dikirin carekê dîsa tên bikirin. Ez dixwazim ji bacanên sor jî guharan çêbikim."

 

 

Serepeyv