Çile 09, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Îrana Îro - Merîwan, paytexta Kilaşa Cîhanê

Parêzgeha Kurdistanê xwedan xwezayeke xweşik û resen e û hema vê xwezayê bandor li xwarik û kinc û cil û berg û nerîtên gelê navçeyê kiriye.

Kilaş navê cûreyeke pêlava kurdî ye ku bi edan sal e gelê vê navçeyê wê ji rîşalên xwezayî çêdike û bi kar tîne.

 

Kilaş cûreyeke solan e ku bedewiya kincên kurdî li bejna mêran duqat dike, bi awayekî ku mêrên ku kincên kurdî yên gelêrî li xwe dikin, teqez vê pêlavê jî li pê dikin.

Parêzgeha Kurdistanê jêderka Kilaşê ye û jin û mêr li navçeyên wekî Merîwan, Serv Ava, Hewraman û hwd wê dihûnin.

Ev pêlav ji bo her du piyên çep û rastê wekhev e û pirranî rengên sipî, şîn û sor ji bo hûnandina wê tên bikaranîn.

 

 

Serepeyv