Îlon 15, 2021 10:08 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Bolaw şêwaza berhemanîna mêwîjê ku 1000 sal kevnatiya wê ye

Demsala berhemanîna mêwijê li gundê Dolaba parêzgeha Kurdistanê dest pê bûye. Şêwaza berhemanîna vê berhemê wek Bolaw tê naskirin ku ji berê va berbelav bûye û bi vê şêwaza kevnare her sal derdora 150 ton mêwij li vê parêzgehê tê berhemanîn.

Bolaw peyveke xwecihî bi wateya Xwelî ye ku jibo qonaxên berhemanîna mêwija zêrîn  a Kurdistanê tê bikaranîn.

Di vê şêwazê da xweliya daran bi avê dikelînin û piştî sarbûnê dirijînin nav feraqekê heta ku danişe û bibe madeyek bi navê Xoşavê. Piştra tiriyan pê werdidin û tiriyê werdayî bi xoşavê li ser banî li ber tavê radixin heta ku zuha bibe.

Rêûrisma Bolawê sala 2015an di lîsteya mîrata çandî ya Îranê da hatiye tomarkirin.

Gundê Dolawê bi wateya cihekî pirrav gundekî pirr kevn e ku ev rêûrism tê da cih tê.

Ev gund li 40 kîlomitirya başûrê bajarê Sineyê (Senendec) û li bintarê çiyayê Avalanê di navbera Sine û Kamyaranê ye, ser bi navçeya Sîrwanê û navçeya Hewramana Jawerûya rojhilat e.

 

 

Serepeyv