Tebax 27, 2021 14:09 Asia/Tehran
  • Yexnî; Xwarineke xweştam li herêma Deregeza bakurê Xorasanê

Pêxwarina Yexniyê, Yexnîpolo, Yexnîya goşt an jî bi giştî "Yexnî" xwarineke xwecihî li bakurê Xorasanê, nemaze li şaristana Deregezê ye.

Yexniya deregezî xwarineke gelekî xweştam e ku bi hêsanî dikare were çêkirin. Di patina vê xwarinê da hin babet hene ku eger bên berçavgirtin, dê xwarineke xweş jê derkeve.

Tiştên pêwîst:

  • Goştê pêz (baştir e goştê hêtan be)
  • Nivîşk an rûnê zer
  • Pîvazên mezin: 2 heb
  • Xwê û Zerçowe (biqasî pêwîst)

Şêwaza patinê:

Baştir e ku jibo patina vê xwarina xweştam goştê serdest an masûlkeyên berxan bên bikaranîn. Lê goştê hêtên pezê mezin jî dikare were bikaranîn. Goştê divê wek çiniyên mezin bên hûrkirin û baş bên şûştin û hinek xwê pê were werkirin. Piştra pîvaz bên hûrkirin û li nav feraqekê di rûn da bên qelandin heta ku rengê wan veguhere zer (baştir e ku hinekî rengê pîvazan zêrîn bibe, lê divê haya we jê hebe ku neşewitin). Piştra hinek av birijînin nav pîvazên qelandî û bihêlin bila pîvazên qelandî avê hilçinin xwe û zuha bikin (ev kar tama pîvazê xweştir dike).

Wî çaxî bi qasî kevçiyekî Zerçoweyê pê werkin û 3 avxurkan ava germ lê zêde bikin û bihêlin bila av bikele. Piştî ku av keliya, çiniyên goşt lê zêde bikin û deriyê feraqê bigirin heta av germ bibe û goşt were patin. Dema ku ava ser goşt kêm bû, eger hîn jî goşt nehatibe patin, 2 avxurêkên din avê lê zêde bikin, heta ku bi tamî were patin. Di dawiyê da, dema ku goşt bi tamî hat patin (divê hinekî av pê ra hebe), xwê pê werkin û hinek nivîşk an rûnê zer ê helandî birijînin ser Yexniya xwe û bixwin.

Çend têbînî:

  • Ji bilî xwê û Zerçoweyê, li gorî meyla xwe hûn dikarin bîber an darçînê jî lê zêde bikin.
  • Pîvaz divê ne ewqas hûr û ne jî ewqas gir bên hûrkirin.
  • Baştir e goştê ku tê bikaranîn, hinekî don pê va hebe.
  • Eger goştê bêdon be, bi qasî 50 grem donê pêz bi pîvazan ra biqelînin û bihêlin tevî yexniyê be û paşê hûn dikarin wê jê derxînin.

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam

Serepeyv