Şirove û Rapor
-
Şirove - Per Ornius nêrîn û siyasetên Siwêdê ya bo Rêveberiya Xweser eşkere kirin
Cotmeh 24, 2020 05:59Nûnerê Wezareta Derve ya Siwêdê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Per Ornius daxuyand ku welatê wî hewl dide piştgiriya projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û bi awayekî yekser alîkariyan bigihîne herêmê. Her wiha diyar kir ku hikumeta Siwêdê li qadên navneteweyî ji bo beşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dan û standinên çareserkirina aloziya Sûriyê de, hewldanan dike.
-
Danişîna doza Tahir Êlçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
Cotmeh 20, 2020 15:08Piştî kuştina Tahir Êlçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Êlçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”
-
Kamala Herîsê ji stratejiya Trumo dijî Peymana Atomî ya bi Îranê ra rexne kir
Cotmeh 08, 2020 09:55Senatora amerîkî û alîkara Berendamê Partiya Dêmokratan di Hilbijartina Serokomartiya Amerîkayê da, ji siyaseta serokomarê vî welatî ya derketina ji Peymana Atomî rexne kir.
-
Raporek derbarê helwêstên Rûsya û Tirkiyê derbarê dest danîna Amerîkayê ser nefta Sûriyê
Îlon 19, 2020 16:22Rûsya rêkeftina petrolê ya Amerîka û Rêveberiya Xweser a ragihandî li bakur û rojhilatê Sûriyê wek binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav dike.
-
Tirkiye Keraseta Beyrûtê ji xwe re wek deriyekî bona berfirekirina Osmanîzma nû dibîne
Tebax 13, 2020 19:33Dewleta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li dewletên Ereban fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de dixebite hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike û bisepîne.
-
Dijberiyên kûr di navbera Fransa û Tirkiyê wek du endamên NATOyê
Tîrmeh 02, 2020 23:13Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê di kombûna wezîrên berevaniyê yên NATOyê reftarên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kir ku nabe Tirkiye radarên serbazî yên NATOyê ji bo operasyonên li derveyî NATOyê bikar bîne.
-
Sûçên Tirkiyê li dijî xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê û hawarxwestina wan ji NY`yê
Hezîran 11, 2020 17:31Rêxistin û saziyên mafnas ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafnas û mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û komîteyeke lêpirsînê têkildarî sûcên dewleta Tirkiyê yên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ava bike.
-
Berdewamiya zext û zorên hikûmeta Tirkiyê li dijî kurdan û perlemanterên wan
Hezîran 06, 2020 00:45Dewleta Tirkiyê di çarçova zext û zorên herî zêde ser kurdan de gelek ji çalakênwarên siyasî ên kurd girtin û xistin zîndanan û dest danî ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dengê gel hatibûn bijartin. Niha jî li meclisê parlementeriya wekîlên HDP û yek jî yê CHPê yên wekî Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î betal kirin û herdu parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari şandin zîndanê.
-
Pirsgirêka Efrîqayê ji Covîd-19 girantir e: Birçîbûn
May 07, 2020 02:22Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara mirovên birçî dimînin ku meha derbasbûyî 135 milyon kes bû, wê ji ber şewba Covîd-19 bi taybetî li Efrîqayê gelekî zêde bibe.
-
Kabîneya Kazimî gihîştiye kûderê?
Nîsan 29, 2020 01:10Ji bo proseya avakirina hikûneta nû ya Iraqê ser riya hejmarek wezaret pirsgirêk çêkirine û Mistefa Kazimî jî naxwaze di bin çengê aliyên siyasî de be û dibêje, tenê ew wan zextên ku di berjewendiyên welat de be wê qebûl bike. Ev jî di demekê de ye ku nîvê dema yasayî ya jê re hatî diyar kirin derbas bûye.