Qeyrana debara jiyanê li Îngilîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i353918-qeyrana_debara_jiyanê_li_Îngilîsê
Qeyrana bihabûna kel û pelan û jordaçûna kêmînak a xercên jiyanê li Îngilîsê bûn sedem ku kanala 4`an a televîzyona Îngilîsê bi çêkirina belgefîlmekê, berûla û dûhatên vê qeyranê nîşan bide.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 23, 2025 14:52 Asia/Tehran

Qeyrana bihabûna kel û pelan û jordaçûna kêmînak a xercên jiyanê li Îngilîsê bûn sedem ku kanala 4`an a televîzyona Îngilîsê bi çêkirina belgefîlmekê, berûla û dûhatên vê qeyranê nîşan bide.

Li gorî vê belgefîlmê, di 6 mehên dawî de, li Îngilîsê ji her çar kesan yek neçar maye ku pere deyn bike da ku xwarinê bi dest bixe û xaniyê xwe germ bike.

Rêxistina sivîl a Citizens Advice mezintirîn rêxistina şêwirmendiyê ya belaş e li Îngilîsê û şêwirmendên dilxwaz niha her deqeyekê şîretan li 2 kesan dikin û rênimûniya hewcedar û deyndaran dikin da ku baştir bi qeyrana bihabûnê re rûbirû bibin. Rapora herî dawî ya saziyên xêrxwaziyê li Ingilisê nîşan dide ku ji sedî 60`ê xelkê vî welatî ji ber zêdebûna bihaya enerjiyê û nebûna dahatê tûşî xizaniya ji hêla ardûyê ve bûne.