Cotmeh 24, 2020 09:29 Asia/Tehran
  • Şirove - Per Ornius nêrîn û siyasetên Siwêdê ya bo Rêveberiya Xweser eşkere kirin

Nûnerê Wezareta Derve ya Siwêdê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Per Ornius daxuyand ku welatê wî hewl dide piştgiriya projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û bi awayekî yekser alîkariyan bigihîne herêmê. Her wiha diyar kir ku hikumeta Siwêdê li qadên navneteweyî ji bo beşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dan û standinên çareserkirina aloziya Sûriyê de, hewldanan dike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di serdana şandeya Siwêdê de ku 5 rojan dewam kir, serokê şandeyê û nûnerê Wezareta Derve ya Siwêdê yê taybet bi dosyaya Sûriyê Per Ornius nêrîn û siyasetên Siwêdê li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêrîna wê ji projeya Rêveberiya Xweser re, ji ANHA`ê re nirxand.

 

Per Ornius di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku têkiliyên wan bi "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" re baş in û li ser serdana xwe ji bo herêmê wiha got: “Em bi hevdîtinan kêfxweş in. Em hewl didin piştgiriya rêveberiya li herêmê bikin.”

 ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER Û EM HÊVÎ DIKIN KU JI BO TEVAHÎ SÛRIYÊ BIBE NIMÛNE’

Li ser pirsa; çima heta niha Siwêdê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser û saziyên wê nepejirandiye, Ornius wiha got: “Em bi Sûriyeke yekbûyî re ne. Ti siyasetên me yên pejrandina Rêveberiya Xweser li derveyî Sûriyê tine ne. Têkiliyên me li ser esasê piştgiriya projeya demokratîk in. Em dibînin ku ji bo civak xwe bi xwe bi rêve bibe, ev proje ya rast e. Em hêvî dikin ku bibe nimûneyek ji tevahî Sûriyê re da ku herêmên din jî wek vê herêmê xwe bi xwe bi rêve bibin. Siwêd aloziya Sûriyê ne tenê ji bo parçeyekî, lê belê ji bo giştî Sûriyê dibîne.”

 ‘SIWÊD Û HIN WELATÊN DIN JI BO TEVLÎKIRINA NÛNERÊN HERÊMÊ JI NÎQAŞÊN GIRÊDAYÎ ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ RE, HEWLDANAN DIKIN’

Ornius têkildarî paşguhkirina rola nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dan û standinên çareserkirina aloziya Sûryê û komîteya destûrê de, wiha got: “Belê, nûnerên girîng li vê herêmê hene û beşdarî nîqaşên girêdayî Sûriyê nayên kirin. Em ne ewqas hêzeke mezin in ku em beşdarkirina nûnerên herêmê ji wan nîqaşan re, ferz bikin. Lê belê, di hemû civîn û nîqaşên navneteweyî de em her tim daxwaza beşdarbûn û tevlîbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ji ber ku hebûna wan ji bo dîtina çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re girîng e. Em van hewldanan berdewam bikin, heta ku em bigihêjin encamekê.”

Nûnerê Siwêdê piştrast kir ku hin welatên din hene ku naxwazin nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li wan nîqaşan bibin û hin welat jî hene wê yekê red dikin û wiha dewam kir: “Em têbikoşin da ku hemû aliyên Sûriyê kom bibin û aloziya Sûriyê çareser bikin.”

 ‘EM JI BO PIŞTGIRIYA HERÊMÊ ALÎKARIYA HIN SAZIYAN DIKIN, LÊ BELÊ EM PIŞTRE DIZANIN KU EW NE LI HERÊMÊ NE’

 

Li ser pirsa; çima Siwêd alîkariyan yekser naşîne herêmên Rêveberiya Xweser û bi rêya hikumeta Şamê alîkariyan ji bo herêmê dişîne, ku hikumeta Şamê wan alîkariyan nade herêmê, Per Ornius wiha nirxand: “Em wekî welat, em alîkariyan pêşkêşî saziyên NY`yî û rêxistinên din dikin. Gelek rêxistina ji wan li herêmê ne. Tiştekî din jî heye, em alîkariyan pêşkêşî rêxistinên NY`yî dikin, lê belê di serdana me ya ji bo herêmê de, me ew rêxistin li vir nedîtin.”

Nûnerê Siwêdê destnîşan kir ku hin rêxistin xwedî sedemên siyasî ne, ji lewra neçar dimîne ku bi rêya hikumeta Şamê bi herêmê re bide û bistîne û alîkariyan bi rêya wê bişîne herêmê û wiha lê zêde kir: “Ew yek ji ber pirsgirêk û aloziyan e. Em ê van xalan nîqaş bikin û em ê hewl bidin çareser bikin. Em ê bi welatên din re jî bikevin peywendiyan da ku em hewl bidin bi awayekî yekser alîkariyan bigihînin herêmê.”

 ‘EM NE DI NAV LIHEVKIRINÊN ŞERÊ LI HERÊMÊ DE NE, BEREVAJÎ WÊ EM HEWL DIDIN RÊ LÊ BIGIRIN’

Per Ornius li ser rola Siwêdê ya di zexta li ser civaka navneteweyî û hikumetên wê de têkildarî mijara koçberên ji ber êrişên Tirkiyê ji malên xwe derketine, wiha got: “Dizanim ku lihevkirin di navbera hin hêzên li herêmê de hene. Em ne di nav wan lihevkirinan de ne. Em hêvî dikin ku her aliyek di wan lihevkirinan de bi rola xwe rabe û hewl bide rê li êrişên nû li dijî herêmê bigire. Ji ber ku pêwîstiya vê hermê bi ewlehiya dûrî şer heye.”

Wî her wiha destnîşan kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê ne tevahî cîhan bêdeng e û wiha domand: “Dibe ku ev deng ne bes be da ku em van êrişan rawestînin, lê belê tevahî cîhan û din av de Siwêd û Ewopa ne bêdeng in. Ji roja yekemîn a êrişên li dijî Serêkaniyê ve, me bi awayekî eşkere got ev êirş ne rast in û ne adil in. Beriya çend salan di dema êrişên li dijî Efrînê de jî, me gotibû ev êriş dê bi xwe re çareserî neyne. Çareseriya ji bo gelê Sûriyê divê aştiyane be, divê em hemû bi hev re ji bo dîtina çareseriyeke dûrî êrişên leşkerî, kar bikin. Em li ser vê yekê

dixebitin.”

 ‘ÇARESERÎ LI CEM HEMÛ ALIYAN HEYE, LÊ BELÊ BI SIYASETÊN WAN RE LI HEV NAYÊN’

Per Ornius li ser pirsa; bi rastî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çi ji civaka naventeweyî tê xwestin , wiha got: “Pirseke zehmet e, di dema niha de tevahî cîhan xwedî çareserî ye, lê belê siyasetên hin dewletên ku destwerdana kar û barên Sûriyê dikin pêkanîna vê çareseriyê asteng dikin. Ji lewra, pêwîstî bi gelek xebat û nîqaşan heye. Em hêvî dikin ku em di demeke nêz de çareyekê bibînin.”
 

 

Serepeyv