Yekim roja sefera Rûhanî bo Bakûyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i231835-yekim_roja_sefera_rûhanî_bo_bakûyê
Serokê Komara îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî ser berfirehkirina hevkariyên welatên Rojhilata Navîn û Qefqazê jibo geşatiya aborî, rawestana li ber terorîzmê û çareserkirina meselan ji riya gotûbêjê tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2016 16:29 Asia/Tehran
  • Yekim roja sefera Rûhanî bo Bakûyê

Serokê Komara îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî ser berfirehkirina hevkariyên welatên Rojhilata Navîn û Qefqazê jibo geşatiya aborî, rawestana li ber terorîzmê û çareserkirina meselan ji riya gotûbêjê tekez kir.

Serokê Komara îslamî ya Îranê li civîna roja  yekşemiyê ya taximên  pilebilind ên Îranê  û Azerbaycanê li Bakûyê bi beşdariya Îlham Elîof serokkomarê Azerbaycanê, terorîzmê gefek jibo hemî welatan da zanîn.

 Rûhanî got ku bi hevkariya  welatên navçê û ji wan  Komara Azerbaycanê dikarin terorîzmê kokbirr bikin û aşitî, aramî û ewlehiyê tam vegerînin navçê.

 Kemilandina  proja  korîdora  rêhesina bakur bo başûr û hevkariyên  tranzîtî û  giahndina  rêhesina  Îran û Komara Azerbaycanê ji riya Astara û Reştê ji  van mijaran bûn ku  Rûhanî li vê civînê ser wan sekinî.

 serokê Komara îslamî ya Îranê got : Ev korîdoar dikare li peywendiya  coxrafiyayî ya navça Qefqazê û heta Ewrûpayê tev welatên  derdora  Kendava Farsê roleke  berbiçav hebe û Îran û Komara azerbaycanê li hev kirine ku  nîvenîv li vî warî sermaya xwe bidin xebatê.

Îlham Elîof serokkomarê Azerbaycanê jî li civîna  taximên pilebilind ên  Îran û Komara Azerbaycanê got ku Bakû daxwaza berfirehkirina  ehvkariay bi Îranê re dike û peywendiyên baş navbera Têhran û Bakûyê dê destkevtên  baş ên navçeyê hebe.

 Elîof li bara  muzakiran û hevhatinên  cihhatî li  sefera Rûhanî ya  Bakûyê li warên enerjî, veguhestin û tranzîta hewayî û rêhesin, pêşe  û çêkirinan dermanan jî got  ku  peywendiyên nêzîk ên du welatan li rêxistinên  anvneteweyî nîşana  hevlatiya  kûr di anvbera dewlet û gel e. serokkomarê Îran û Azerbaycanê herwiha îro li civîna rojnamevaniyê ay hevpar siaysetên  du welatan li warê peywendiyên  dualî, navçeyî û anvneteweyî hilêxistin.

Serokê Komara îslamî ya Îranê li vê civînê, civîna  sêqolî ya roja duşemiyê ya Îran, Rûsiye û Komara Azerbaycnê li warê zêdekirina  têkiliyên  welatên navçê û geşatiay wna  pir giring û kêrhatî ad aznîn û got : armanca Îranê ji berfirehkirina peywendiyan tev navça  Qefqazê, ticareta azad e. Rûhanî xwest ku  baldariays er meselên  jîngehê ya deryaya Xezerê û avakirina  destxwe ya  nivîsgehê li Bakûyê jibo şopandina ev meselê were şopandin. Wî got  ku  hevhatinên  berê û peymanên ku anvbera welatên derdora deryaya Xezerê hatien îmzekirin, cih werin.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara  kêşeya Qerebaxê jî got ku  Îran wek cînarê du welatên  Komara Azerbaycanê û Ermenistanê hewl daye riya gotûbêjê xweş bike.

 serokkomarê azerbaycanê jî li vê civînê kêfxweşiya xwe li bara damezrandina  karistana çêkirina trimbêlan û dermanan ji aliyê Îranêli welatê ahnê got ku  divê hatûçûya xelkê du welatan ji riyên hewayî û rêhesinan were hêankirin. Elîof îmzekirina 16 belgeyên  hevkariyê navbera Îran û Komara Azerbaycanê li 3 salên  buhurî kêrhatî nirxand û got  Komara Azerbaycanê tim dijberê boykotên zalimane li dijî Îranê bû û îro ku boykot hatine rakirin dê  hewl bide ku hevkariay du welatan werin berfirehkirin.

 Serokê komara îslamî ya Îranê roja yekşemiyê bi taximeke pilebilind jibo hevdîtina  fermî gihêşt Bakûyê.