Sefera taxima dadweriyê ya Emerîkayê bo Tirkiyê
Emerîkayê ragihand ku berî sefera Can Kêrî wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Tirkiyê dê belgeyên radestkirina Gulen hilkole.
Li gorî rapora medyayê Tirkiyê biryar e wezareta dadweriyê ya Emerîkayê hefteya tê taximeke teknîkî bişîne Enqerê da ku daxwaza radestkirina Fethullah Gulen bo Tirkiyê hilkolin.
Sefera taxima dadweriyê ya Emerîkayê bo Tirkiyê bala derûdorên siyasî kişandiye çimkî biryar e piştî wê Can Kêrî wezîrê karên derve yê vî welatî rojên 24-25 meha Tebaxê sefera Tirkiyê bike.
Bêşik yek ji mijarên herî giring ên gotûbêja rayedarên Tirkiyê tev wezîrê karên derve yê Emerîkayê alûgurên herî dawiyê yên Tirkiyê li dewra piştî darbeyê û mudaxila Fethullah Gulen li vê darbeya neserketî û her wiha hilêxistina mijara radestkirina Fethullah Gulen bo Tirkiyê ye.
bi curekê ku hin siyasetvanên Tirkiyê ji wan Oktay Aksûy dîplomatê berê yê Tirkiyê ser vê bawerê ye ku pêşeroja peywendiyên Emerîka û Tirkiyê girêdayî bi biryara Weşengtonê ji bo radestkirina Gulen bo Enqerê ye. Ji aliyekê va Mark Tûner berdevkê wezareta karên derve ya Emerîkayê pêştir gotibû ku Waşengton li halê hilkolandina belgeyên nû ye ku Enqerê jibo girtina Gulen ji Waşengtonê re şandiye.
Di rewşeke wiha de Rûsî online a Gaztê nivîsiye heta ger Tirkiye hemî belge jibo qayîlkirna koşka Sipî bona radestkirina Gulen raberî Emerîkayê bike, Waşengton dîsa jî Fethullah Gulen radestî Enqerê nake .
Rojnama tirkî ya Daily Sabahê jî bi ragihandina encamên lêpirsiyeke twîterî nîşan da ku sedî 69ê 3129 kesên beşdar li vê lêpirsiyê Rêxistina CIAyê sebebkarê piraniay piştgiriya ji grûpa terorîstî ya Gulen dizanin û ji vê hejmarê sedî bîst jî koşka Sipî bingeha piştgiriya ji vê grûpa treorîstî dane zanîn.
Tevî hilêxistina van îdiayan lê parêzerê Fethullah Gulen îdia kiriye ku dewleta Receb Teyib erdogan li dû terora rêberê tevgera Xizmetê ye.
Rayd Wayngarten yek jiparzêerên Gulen bi tundî li bara ewlehiya Fethullah Gulen fukara xwe daye diyarkirin.
Hin derûdorên siaysî ser vê bawerê ne ku bi hilêxistina mijara terora Fethullah Gulen ji aliyê dewleta Tirkiyê parêzerên wî li dû kêmkirina hitmala kiryara Emerîkayê derheq radestkirina Gulen wek rêberê tevgera Xizmetê bo Enqerê ne.
Eva li halekê ye ku dewleta Tirkiyê tevî pêgiriya ser radestkirina Gulen û qedexetiya saziyên tevgera Gulen li welatên cîhana îslamê û her wiha cihanîna berbendan li dijî partiyên çalak li Tirkiyê ye .
Mijara pêwîstiya tehtîlkirina xwendingehên ser bi tevgera Gulen li welatên Asiyaya navendî û Qefqazê û her wiha welatên başûr û başûrê rojhilata Asiyayê li kêleka gotinên serokkomarê Tirkiyê derheq terorîstzanîna partiya Demokratîk a Gelan a vî welatî li vê çarçêvê dikare were nirxandinê.