Fermana Obama li bara êrîşa firokeyên bêpîlot
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i231718-fermana_obama_li_bara_êrîşa_firokeyên_bêpîlot
Koşka Sipî roja yekşemiyê, 7`ê Tebaxa 2016`an, nusxeyek ji fermanama sê sal pêş a Barak Obama li bara bikaranîna amor û çekên mirinbar li dijî terorîstan li derveyî axa Amerîkayê weşand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2016 08:23 Asia/Tehran
  • Fermana Obama li bara êrîşa firokeyên bêpîlot

Koşka Sipî roja yekşemiyê, 7`ê Tebaxa 2016`an, nusxeyek ji fermanama sê sal pêş a Barak Obama li bara bikaranîna amor û çekên mirinbar li dijî terorîstan li derveyî axa Amerîkayê weşand.

Li vê fermanameya 18 rûpelî hatiye ku Amerîka dema pêkanîna operasiyonê li navçeyên derveyî yên pevçûnê tenê demekê dest bi operasiyona rasterast kiriye an jî dike ku li bara hebûna çeperên têrorîstan û nekuştin an birîndarnebûna welatiyên sivîl li van deveran dilniya be.

Li gorî vê belgenamê, ev çekên bitehlûke û mirinbar tenê dikarin li dijî armancên ku gefên berdewam û yên ku nêzik e dijî amerîkiyan biqewimin, werin bikaranîn.

Li gorî nivîsîna ajansa nûçeyan a Associated Press`ê, ev belge li gorî nivîsara ku Koşka Sipî sala 2013`an bi awayekî kurt weşand, têda hûrgiliyên zêdetir li bara şert û mercên êrîşa firokeyên bêpîlot û êrîêşa rasterast a Amerîkayê hene.

Weşandina vê fermanê nîşana dijheviya eşkere ya gotin û pêngavrakirnê ya dewleta Amerîkayê bi taybet li warê şerê dijî têrorîsmê ye. Pêngavrakirina Amerîkayê li warê bikaranîna firokeyên bêpîlot li şerê qaşo dijî têrorîsmê di asta cîhanê da nîşan dide ku di pratîkê da pîvanên li warê parastina canê welatiyên sivîl li êrîşên firokeyên bêpîlot ên Amerîkayê bi ti awayekî nehatine berçavgirtin. Amerîakyê di salên dawî da ji bo şerê qaşo li dijî têrorîsmê û komên têrorîstî berê xwe daye bikaranîna berfireh a firokeyên bêfirokevan ku di encama wê gellek ji welatiyên sivîl bi taybet jin û zaroik hatine kuştin. Ev mesela tûşî gelek  bertekên nerênî li hundir û derveyî Amerîkayê bûye. Eva li halekî ye ku Barak Obama serokomarê Amerîkayê tevî parastina mijara êrîşên firokeyên bêpîlot bi awayekî tam ew wek `Qanûneke bibandor û pêwsît`` da zanîn.

Ji dema desthilatdarbûna Barak Obama li Amerîkayê bikaranîna firokeyên bêfirokevan li cî û deverên cûrbicûşr ên cîhanê bi awayekî berbiçav zêdxe bû. Obama mli sala 2013`an da hevdem ligel weşandin akurteyek ji fermana nbikaranîna amor û çekên mirin bar, tevî hebûna rexneyên tund ên navxweyî û derveyî ji êrîşên firokeyên bêfirokevan, ev stratijiya dewleta xwe wek Parastina Dadmendane da zanîn.

Eger çi ku Obama û rawêjkarên wî berî viya li bara pîvana bawerpêkirî û bidilniya ya qeydbûyî li vê belgenameyê axivîn, lê ev pîvana nebûye sebeb ku rexneyên ji kuştina welatiyên sivîl ji ber êrîşên firokeyên bêpîlot werin rawestandin. Li halê ku kuştina bi hezaran welatiyên sivîl di encama êrîşên firokeyên bêpîlot bi caran li raporên rêxistinên parêzerên Mafên Mirovan hatibû destnîşankirin, Obamam gotibû ku êrîşên wisa demekê pêk tên ku dilniyayî were bidestxistin ku dê welatiyên sivîl neyên kuştin.

Enstîtûya Ron Pual a ji bo Aştî û Dêmokrasiyê (Ron Paul Institute for Peace and Prosperity) di nîveka sala 2015`an da ragihand ku êrîşên berfire û bêarmanc ên Amerîkayê bi saya bikaranînma firokeyên bêfirokevan bûye sebeba kuştina gelek ji welatiyên sivîl û têrorîsm û hisê nefreta gelan ji Amerîkayê berfireh kiriye. Rêxsitina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di Cotmeha 2013`an da bi weşandina raporekê li bara dûhatên nerênî yên bikaranîna her rojî ya firokeyên bêpîlot ji bo êrîşa li ser xelkê hişiyarî da. Li vê raporê pêgirî hatibû kirin ku êrîşa firokeyên bêpîlot ewlehiya cîhanê xisitye ber xeterê û bûye sebeb ku têrorîsm berfireh bibe û pêşbirka çekdariyê di nava welatên cûrbicûr da gurr bibe. Komên Parêzerên mafên Mirovan bi caran ji êrîşên firokeyên bêfirokevan wek îdamên bêmehkeme ji aliyê Amerîkayê va, rexne kirine û xwestine ku ew êrîş werin rawestandin.

Bi vî awayî tevî viya ku Amerîka ji bo pînekirina bikaranîna firokeyên bêpîlot li hinek ji welatan idia dike ku `Terorîst` kirine armanc, lê li gorî saziyên Mafên Mirovan her wiha li gorî belge û şahidiyên heyî , diyar bûye ku piraniya goriyên ji ber van êrîşan, welatiyên sivîl in.