Serokwezîrê Tirkiyê: Divê hin bargehên artêşê li derveyî bajaran bibin
Serokwezîrê Tirkiyê bal kişand ser reformên cihatî li artêşa vî welatî û got : BargehênArtêûê li Enqerê bo derveyî vî bajarî tên guhestin.
Li gorî rapora ISNA`yê û li gor nivîsa rojnama Miliyetê, Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê li axiftian li civîna endamên partiya Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP li parlemanê ragihand: Roja duşemiyê bi rêberên opozosyonê re hevdîtin pêk aniye û hin lêzanîn li bara pêvajoya kiryarên cihatî bi wan re hatin hilêxistin.
Wî got : Biryar e roja yekşemiyê serokkomarê welatê me li Stembulê civîna demokrasiyê li dar xîne. li vê civînê dê hemî endamên AKP beşdar bibin. Ji ber ku îro roja yekitiyê ye ji partiya Komarîxwaz a Gel û Tevgera tevgera Neteweyî jî daxwaza dikim ku li vê civînê beşdar bibin.
Yildirim got: Em dixwsazin ku vîrûsê ji hemî nijyarên dewletê paqij bikin û em nahêlin ku tu kêmasiyek li vê barê cih were.
Li vê çarçêvê 35 saziyên dermankirin û tendrustiyê, 1045 saziyên hîndekariyê,15 zanîngeh û 29 sendîka ji ber peywendiya bi Fethullah Gulen hatin girêdanê.
Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir: Heya niha derbeyên curbicur li welêt cih hatibûn, lê li vê darbeyê jibo cara yekê hin cihên mîna parlemana welêt hatin bombebaran kirin Kesên wiha ji xwe bo bîranîna Mistefa Kemal xeyanet kirin tu yek ji darbekiran alîgirê Ataturk nînin û nikarin wan kemalîzm bi nav bikin ji xwe van kesana ewladê vî welatî nînin.
Wî her wiha bal kişand ser nûjenkirina hêzên çekdar ên Tirkiyê û got : Niha vê gavê em hewl didin hêzên çekdar ên Tirkiyê vegerin cihên xwe yên sereke. Li vê çarçêvê hin refom li dadgehên eskerî cih anîne. Li vê çarçêvê daweriya li karûbarên eskerî kete bin kontrola wezareta berevaniyê, Dadgeha bilind a eskerî tê rakirin ku jibo vî karî jî hewcetî bi cihanîna hin guherînan li qanûna bingehîn heye .
Yildirim ragihand: Naveda eskerî ya Akinciyê tê girêdanê, herwiha qereqolên ku şeva darbeyê tank ji wan derketibûn kolanan tên guhestin bo dervey bajêr. Li ser vê esasê li navendên bajêran tank nayên xweyîkirin jiber ku li bajêran ti gefek tine û piraniya gefên li dijî Tirkiyê li sînorên wê ne û em ê hewl bidin ku li hember gefên biyaniyan berevaniya welatê xwe bikin. Jibo xurtkirina hêzên çekdar ên welêt em ê hewl bidin û em ê van hêzana derxînin rewşa amadetiyê.
Serokwezîrê Tirkiyê herwiha li bara girêdana firîngehên eskerî li Enqerê xeber da.
Wî di dewamê de bal kişand ser êrişên PKK li deverên başûrê rojhilata Tirkiyê û got : Grûpa terorîstî ya PKK, birayê Rêxistina terorîstî ya Fethullah Gulen, van rojana zalimans êrişê dike ser Tirkiyê, lê ew bi ser nakevin. Em ê hewl bidin PKK êdî ji vî welatî re nebe pirsgirêkek.