Îranê cardinê li bara parastina belgeyên veşartî hişyarî da ajansê
Berdevkê Rêxistina enerjiya atomê ya Îranê, Bêhrûz Kemalwendî derheq hişyariya cidî ya Îranê bi awayekî nivîskî û devkî bo berpirsên ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li bara şkerebûna lêzanînên veşartî agahî da.
Heftiya buhurî Associated Pressê raporek weşand ku nîşan da hin beşên bernama demdirêj a zengînkirinê û plana berfirehkirina bernama navokî ya Îranê ku pêştir raberî ajansê hatibû kirinê li rapora hanê hatiye.
Piştî weşandina ev belgeya veşartî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê nameyeke nerazîbûnê ji Îranê wergirt. Lê ajansê roja înê li bersiva nama Îranê her cure hitmala viya ku lêzanînên li bara daxûyaniya seretayî ya protokola îlhaqî ya Îranê ji nav ajansê derketibe derve, red kir .
Bêhrûz Kemalwendî berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê şemiyê şevê li gotûbêja telefonî bi nûça 21ê televîzyonê li vê barê got : Herçend ajansê xwe bêsûç daye zanîn. lê hejî gotinê ye ku ji ew kes ji eşkerebûna belgeyên weşartî sûdê dikin ku li hilbijartinên Emerîkayê zextê tînin ser dewleta vî welatî.
Dewleta Obama îdia dike ku bernama navokî ya Îranê rawestandine û asta zengînkirinê kêm kiriye lê weşandina lêzanînên weşartî ku beşek ji hevhatina navbera Îran û ajansê ye nîşan dide ku piştî deh salan zext û zora ser xebatên navokî yên Îranê dê werin rakirin û Îran dê xebata xwe jibo berfirehkirina bernama navokî ya xwe li çarçêva bernama navokî ya xwe li çarçêva çavdêriya ajansê bidomîne.
Kemalwendî got :Raberkirina van klêzanînan ji aliyekê va ser qazanca Îranê ye lê ji aliyê din ve dikare pirsgirêkan çê bike bitaybet ku hin welat hewl didin jibo berjwendiyên xwe yên siyasî û zexta ser Komara Îslamî ya Îranê ji van lêzanîna îstifada xirab bikin.
Ajansê li gor manîfesta xwe hin erkên xwe heye û li gor peymana ku bi welatan re îmze dike li bara parastin belgeyên weşartî yên welatên endam ji erkên zatî yên ajabnsê ye.
ji ber vê fukar û dilgiraniyê ye ku Îran li vê barê bi micidî hişyarî daye ajansê.
salek berî niha jî hevgavê îmzekirina rêketinnama navokî li daxûyaniya hevpar ku piştî hevdîtina Amano li Tehranê bi Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê re cih hat, hat weşandin.
Veşartîmayîna belgeyên Îranê li ajansê hat tekez kirin. niha heta heke ajansê xwe bêsûç jî zanîbe ji ber bûyera vê dawiyê divê bernameyke guncaw ji bo dûbarebûna wê were darêştin.
Jiberku ev lawaziya pêştir jî ji aliyê ajansê hatiye dîtin.
Ajansê erkên xwe ji wan berpirsiyariyên konseya hukmdaran baş cih neaniye û tevî nerazîbûnên welatên endam heya niha hejmara bombeyên atomê yên Îsraîlê neragihandiye. Ev mijara nîşan dide ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ketiye ber bandora hin liv û tevgeran. Ji ber van fukaran berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got : bi awayekî cidî li bara hemî berpirsiyarî û erkên vê saziyê hişyarî daye berpirsên ajansê.