Berfirekirina peywendîyan piştî rabûna boykotan, armanca Îran û Ûrsêtê ye
Serdana Mehmûd Waêzî, wezîrê têknolojîya peywendî û agahîyên Îranê bo Astaraxanê û Moskovê bi lihevkirina têkildarî berfirekirina hevkarîyên aborîyê yên dualî di dewrana piştî rabûna boykotan da, duh înîyê kuta bû.
Waêzî ligel taximeke pêkhatî ji çalak, berpirs û nunerên beşên sivîl û dewletî li serdaneke çarrojîbo Ûrsêtê, bi berpirsên derecebilind ên vî welatî ra li bara berfirekirina hevkarîyên aborî, pêşeyî û bazirganîyê gotûbêj kir.
Waêzî û taxima ligel da roja sêşemê dema giheştin parêzgeha Astaraxê li perravên bakûra rojavaya Deryaya Xezerê bi berpirsên vê parêzgerê ji wan bi Alêksandêr Jîlkîn walîyê Astaraxanmê ra li bara berfirekirina hevkarîyên bazirganî, cotkarî û têkilîyên deryayî û tranzîtê gotûbêj kir û hin lihevkirin jibo şopandin pêk hatin.
Wezîrê têknolojîya peywendî û agahîyan ê Îranê piştî Astaraxanê çû Moskovê û muzakirên xwe li paytexta Ûrsêtê bi Vêronîka Nîkîşîna wezîra ticareta Yêketîya Ewrasîyayê ra li bara pişkdarîya aborîyê ya Îranê li vê yêketîyê di çarçova peymana ticareta azad da destpê kirin.
Muzakireya ligel Nîkolay Nîkîfrof wezîrê têkilî û mêdyayên komkî, Dênîs Mantorof wezîrê pêşe û ticaretê, Alêksandêr Novak wezîrê enerjîyê û serokê ûris ê komsîyona hevpar a hevkarîyên Îran ûÛrsêtê û Alêksandêr Têkaçîyof wezîrê cotkarîyê yê Ûrstê planên karn Waêzî li Moskovê bûn. Berfirekirina hevkarîyên esmanî, telekom, şebekeyên civakî, perwerdeya esmanî, berfirekirina peywendîyên pêşeyî û aborî, cotkarî, hevkarîyên warên nift û gazê, rakirina astengîyên ser rîya karên bankan, kirîn û firotina dualî, rawêjkarîya jibo planên civînên pêşerojê yên komsîyona hevkar a hevkarîyên aborîyê û şopandina cihanîna peymanên berê ji wan lihevkirinan in ku li serdana 4rojî ya wezîrê têknolojîya têkilî û agahîyan ê Îranê bo Ûrsêtê pêk hatine.
Hevdîtina ligel wezîrê enerjîyê yê Ûrsêtê ji wan planên girîng ên Mehmûd Waêzî, wezîrê têknolojîya têkilî û agahîyan ê Îranê li Moskovê bûn. Waêzî serokê îranî yê komsyona hevpar a hevkarîyên aborîyê yên Îran û Ûrsêtê û Alêksandêr Novak, wezîrê enerjîyê yê nÛrsêtê serokê ûris ê vê komsîyonê li bajarê Moskovê li bara garantîkirina sermayedanînê û hêsankirina dayîna vîzeyê lihev kirin.
Novak piştî hevdîtina ligel Waêzî bi gotina vîya ku li muzakira ligel alîyê îranî, li ser pêwîstîya tivdîrên berfirekirina dayîn û istandina kel û pelan di navbera Îranê û Ûrsêtê da sekinî û pêkutî kir ku rêketinên pêwîst di warê garantîkirina sermayedanînê û hêsankirina dayîna vîzeya bazirganîyê pêk hatin.
Wezîrê ênêrjîyê yê Ûrsêtê her wiha got: Gellek pêngav hatin rakirinê ku îmzakirina çend senedên hevkarîya di warê gumrikê da j iwan bû lê, di warê karên bankî da divê hin kar bên kirinê û kirêdîya navnetewî ya bankî bê berfirekirinê.
Li gorî gotina Alêksandêr Novak, Komara Islamî ya Îranê û Ûrsêtê her wiha li muzakirên Moskovê, imkanên damezirandina devera azad a ticaretê û amadekirina nexşerîya hevkarîyên pêşeyî ji wan ixracata kel û pelan bo her du welatan û hevkarîya di warê enerjîyê û berfirekirina tiranzîtê hilkolandin.
Mehmûd Waêzî jî piştî hevdîtina tev Alêksandêr Novak li koma nûçegihanan bi gotina vîya ku hevkarîyên dualî yên aborî, ticarî û ferhengî yên Têhran û Moskovê bilez li halê berfirebûnê ne, got: Peywendîyên nêzîk ên serokomarên Îran û Ûrsêtê, bingeheke baş jibo vekirina qonaxeke nû li peywendîyên her du welatan in.
Waêzî bi gotina vîya bi armanca berfirekirina hevkarîyên Îran û Ûrsêtê, hin belge di warê vîze, gumrik û sermayedanînê da hatine wajokirinê ragihand: Jibo hereketa ber bi ticareta azad û kifşkirina projên girîng jibo amadekirina plana 5 salî, hin pêngav hatin rakirinê.
Peywendî û hevkarîyên aborîyê yên Komara Islamî ya Îranê û Ûrsêtê ji sala buhurî va, gellekî geş bûne û her du welat hewl didin li serdema piştî rakirina boykotan, bi rakirina astengîyên ser rîya karên bankî, gumrikî, dayîna vîzeyê û sermayedanînê, berfirekirina peywendîyên xwe zêdetir bilezînin.