Rastbîniya Fuad Mesûm li hember xewn û xeyalên Barzanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i230410-rastbîniya_fuad_mesûm_li_hember_xewn_û_xeyalên_barzanî
Serokkomarê Iraqê li berteka li hember hewldanên jibo birêvebirina giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê ji vî welatî ev pirsa xist rojevê ku gelo em kurd ser çi esasî behsa damezrandina welatê Kurdistanê dikin?
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2016 09:11 Asia/Tehran
  • Rastbîniya Fuad Mesûm li hember xewn û xeyalên Barzanî

Serokkomarê Iraqê li berteka li hember hewldanên jibo birêvebirina giştpirsiya serbixwetiya Kurdistanê ji vî welatî ev pirsa xist rojevê ku gelo em kurd ser çi esasî behsa damezrandina welatê Kurdistanê dikin?

 Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî carnan  li munasibetên curbicur behsa  lidarxistina giştpirsiya  serbixwetiya  Kurdistanê dike mijara ku di nava  kurdan jî nayê pesendkirin û ji ber zirûfên heyî û dûhatên  wê yên  texmîn-nekirî jê pêşewaziyê nakin.

Kesayetiyên giring ên kurdan li Iraqê bi awayekî nerênî li helwêstên Barzanî dinêrin û serbixwetiya Kurdistana Iraqê zirûfeke baş jibo berevaniya ji mafên kurdên  vî welatî nizanin.

 Berpirsê karûbarên cihanînê yên nivîsgeah siyasî ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdisatan Iraqê (YNK)  Mela Bextiyar vê dawiyê li gotûbêjekê an ziman ku partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) bêyî hebûna ti nihêrîneke  diyarî li bara  giştpirsiya  serbixwetiyê ser lidarxistian wê disekine.

Niha jî kesayetiyekî din ê kurd wek serokkomarê Iraqê eşkere hilêxistina  behsa damezrandina  welatê Kurdistanê rexne dike û dibêje: Li vê barê divê mesela binavahî û mekanîzma  damezrandina û rêveberiya  welatekî wiha  û peywendiyên derve û prensîpên demokrasiyê were berçav giritn.

Serokkomarê Iraqê, Fuad Mesûm û endamê nivîsgeha  siyasî ya Yekitiyê li gotûbêja  bi rojnama  Kurdistanî Newê re got : Cidabûna  Kurdistanê ji Iraqê û  zeliqandina wê bi welatekî din, dê karesateke mezin çê bike.

 Rewşa niha ya herêma Kurdistana Iraqê, ji ber qeyrana siyasî, şepirzetiya aborî û hebûna gefa DAIŞ`ê, dibin baîs ku pêşeroja  armancên Barzanî ewqas geş nebe.

Herêma Kurdistana Iraqê ew nêzîkî salekê ye ku  bi aloziyeke siyasî rûbirû bûye.

Ev herêma bi kutabûna  dewrana serokatiya  Mesûd Barzanî ji 19 Ûta 2015an , şahidê nakokiyên siyasî û aborî ye û carnan jî  ji ber hin nerazîbûnan ev  mesela gurtir dibe.

 Di dereqa saleke buhurî pirsgirêkên navxweyî li Herêma Kurdistana Iarqê girantir bûne  û rewş xirabtir bûye. Rewşa niha ya Herêma kurdistana Iarqê  bi kutabûna  dewra  qanûnî ya  serokatiay Barzanî û çaresernebûna  mesela  seroaktiyê, nîşan dide ku  di navbera grûpên curbicur ên  kuradn  bêtifaqiyeke kûr heye.

 Eva nîaşn dide ku  Barzanî li behsa  lidarxistian  giştpirsiya  serbixwetiya Kurdistanê ji Iraqê,  bi hemî kurdan re  nebûye yek û bi wan re  hevdeng nebûye.. Xêncî viya , helwestên  navçeyî û navneteweyî li hember Iraqê, piştgiriya ji yekperçetiya erdê û yekperçetiya  vî welatî di bin alayekê û qanûneke hevpar e.

Nîgeraniya Fuad Mesûm li bara çawaniya  peywendiyên derve û prensîpên  demokrasiyê jibo pêşeroja  Kurdistanê derheq cidabûna ji  dewleta navendî ya  Iarqê, bi drustî hatiye hilêxistin.

Helwestên navxweyî û derveyî li hember behsên li ser giştpirsiya  serbixwetiya Kurdistanê ji Iraqê, rê jibo  cihhatina xewn û xeyalên Barzanî xweş nake.

 Mesûd Barzanî li halekê plana  pûç a serbixwetiyê xistiye rojevê ku rewşa niha a Iraqê derfeteke baş e jibo kurdan . Kurdan  li amadekirina  qanûna bingehîn  a nû ya Iraqê rola xwe hebûn û dikarin  li çarçowa wê mafên xwe bişopînin.

 Li gorî gotina  Cella Talibanî, Kurdan  dengê xwe dane qanûna bingehîn a Iraqê û  biryar dan ku  ser wê bisekinin û sedî 95 ê kurdan  dengê Erê dan qanûna bingehîn ku ser pergala federal bi qebûlkirina  dewleta navendî li Bexdayê tekez kiriye.