Hevhatina Rûsya û Tirkiyê bona veguhestina gazê bo Ewrûpayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i230305-hevhatina_rûsya_û_tirkiyê_bona_veguhestina_gazê_bo_ewrûpayê
Rûsya û Tirkiye li hev kirin ku gazê veguhezin Ewrûpayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2016 09:06 Asia/Tehran
  • Hevhatina Rûsya û Tirkiyê bona veguhestina gazê bo Ewrûpayê

Rûsya û Tirkiye li hev kirin ku gazê veguhezin Ewrûpayê.

Yûrî Sêntoriyon (Yuri Centurion), alîkarê wezîrê enerjiyê yê Rûsyayê, roja sêşemiyê ragihand, bona cihanîna plana mayî ya xeta boriya veguhestina gazê ji Rûsya bo Ewrûpayê bi riya Tirkiyê, ser navê Turkîsh Streem, bi zirûfa veguhestina salê 63 mîlyard metrê kûp, di navbera her du welatan hevhatina destpêkê bi dest ketiye. Li gorî gotina wî mijarên sereke û pisporiyê yên cihanîna vê xeta boriyê ku beşa sereke û beşa hevpar a wê 1100 kîlometr dirêj e û paşê dibe çend çiq, wê li gotûbêjên cida ji hev werin hilkolandin. Nirxa sereke ya cihanîna vê planê ku biryar e di mideha du salan de were çêkirin, 4 mîlyard û 700 mîlyon dolar hatiye ragihandin. Cihhatina dubare ya plana xeta boriya gazê ji Rûsya bo Tirkiyê ku wê ji deryaya Reş derbas bibe û bi Turkish Streem`ê re nasyar bûye, yek ji berhem û encamên aştiya di navbera du welatan da ya piştî derbasbûna ji dewra aloz a peywendiyên dualî ye. Cihanîna vê xeta boriyê, her wekî gellek ji planên din ên hevkariya di navbera du welatan de, ji 24`ê Mijdara 2015`an ve bi dû jordaxistina firokeya cengî ya rûsî ji aliyê Tirkiyê, hatibûn sekinandin. Piştî vê bûyerê, Rûsyayê  hin tivdîrên cezakirin û boykotan dijî Tirkiyê bi cih anîn. Tevî viya ku rayedarên tirk û ji wan Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, li destpêkê helwêsteka dijwar û bi serhişkî di vî warî da girtin ber xwe û her cure lêborîna ji Moskovayê red kirin, lê belê alûgorên çend mehên vê dawiyê bi taybet boykotên berfireh ên Moskovayê dijî Enqerê û herwiha alûgorên navçeyî, bûn sedem ku serê axir Erdogan, meha buhurî bi şandina nameyekê lêborînê bo Vlademîr Pûtîn, hevtûşê xwe yê ûris bona jordaxistina firokeya cengî ya Su- 24`ê wekî pêşmerca Rûsyê, xwest ku peywendiyên di navbera du welatan de asayî bibe. Lêborîna fermî, dayîna xerametê û mekhemekirina balafirvanê firokeya cengî ya Tirkiyê, sê şert û mercên sereke bûn ku Moskova bona ji nû ve destpêkirina peywendiyan tev Tirkiyê, ew raber kiribûn. Tirkiye ji ber boykotên Rûsya tûşî pirsgirêkên mezin bi taybet di beşa bazirganî û aboriyê hat. Ev welata heya berî bûyera jordaxistina balafira rûsî, yek ji firoşerên herî sereke yên berhemên lebenyat û cotyariyê bo Rûaya û yek ji cihên sereke yên geşt û seyrana geştyarên rûs bû. Zêdebûna kêşeya li peywendiyên di navbera Enqere û Moskovayê de, Tirkiye ji qazanc û berjewendiyên mezin bêpar kir û ew tûşî xisarên mezin ên pereyî kir. Wekî mînak bi qutbûna sefera geştyarên rûs bo Tirkiyê, ev welata tûşî xisareka 8 mîlyard dolarî hat û hin analîzorên tirk heta behsa xisara 18 mîlyard dolarî ya Tirkiyê bona dewama boykotên Tirkiyê ji aliyê Rûsiyê kirine. Bi vî awayî, meriv dikare bêje ku di rastiyê de rewşa dijwar û xirabbûna zêde ya rewşa pereyî, bazirganî û aboriya Tirkiyê, li dawiyê serokên Enqerê neçar kir ku ji gotin û helwêstên xwe vegerin  û bixwezin ku peywendiyên di navbera du welatan dîsa despê bikin. Bi vî awayî rayedarên Enqerê hêvîdar in ku 8 mehan boykotên Rûsya dijî Tirkiyê di warên aborî, bazirganî, çalakiyên kompaniyan û welatiyên tirk ên li Rûsya, qedexeya sefera geştyarên rûsî bo Tirkiyê û ji hemûyan girîngtir, sekinandina cihanîna xeta boriya gazê ya Turkish Streem`ê, îbtal bibe.

 Ji bo tirkan, avakirin û cihhatina xeta boriya gazê ya Turkish Streem`ê, pirr girîng in. Kompaniya Gaz Prom`ê bi avakirina Turkish Streem`ê, dil hebû ku Tirkiye dewsa Ûkraynê, Tirkiye bike wekî welatê herî girîn ê veguhestina gaza Rûsya bo Ewrûpayê. Nabe em ji bîr bikin ku Rûsya dabînkerê herî mezin ê gaza Tirkiyê ye û nêzî sedî 57`ê gaza Tirkiyê dabên dike.