Xwenîşandana berfireh li Istenbolê li dijî darbekaran
Bi hezaran kes ji hogirên Partiya Komarxawz a Gel a Tirkiyê (CHP) û Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) bi nîşana şermezarkirna darbekaran û piştgiriya ji azadiyê berêvariya roja yekşemiyê, 24`ê Tîrmeha 2016`an li Istenbolê kom bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê, ev kombûna berfireh li ser vexwendina partiya dijber, CHP`ê dest pê bû û AKP`ê jî tevî ragihandina hevgirtina xwe bi dirûşmeya `Piştgiriya ji dêmokrasiyê û dijberiya li hember darbeyê` ji hogirên xwe xwest ku beşdarî vê xwenîşandanê bibin. Hejmarek ji parlameterên parlimanê û şaredarê bajarê Istenbolê ser bi AKP`ê jî beşdarî vê kiryara hevpar a her du partiyan bûn.
Rêberê Partiya Dêmokratîk a Gelan; partiya alîgira kurdan li Tirkiyê (HDP), Selahedîn Demîrtaş li axaftina xwe destnîşan kir: `Partiya me hevdem li dijî Erdoxanê serokoamrê vî welatî û dijî darbeya serneketî ye`. Selahedîn Demîrtaş li axaftina xwe li koma bi hezaran kes ji hogirên xwe li Istenbolê got: `Em dijî her duyan, Him Erdogani û him jî darbeyê ne`.
Li pey darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016`an li Tirkiyê, dewleta Enqerê rêberê Tevgera Xizmetê, Gulen wek plandarêjê darbeyê dizane û idia dike ku alîgirên wî ev darbe pêk anîne.
Karzan dibêjin vê bûyerê cûreke yekîtiyê nava partiyên dijber û nêzikî dewletê pêk aniye. Partiyên dijber ku li dijî gişt planên serokkomêr disekinîn û li ser istîfaya Receb Teyib Erdoxan û dewleta bin desthilatdariya wî pêgirî dikirin, piştî darbeyê meyla wan a hevkariya ligel partiya serdest zêde bûye.. Birêxistina xwenîşandana mezin a Istenbolê mînakek ji wê yekê ye. Sê pariyên dijberê dewleta Enqerê anku HDP, CHP û Partiya neteweperest a Hereketa Neteweyî (MHP) li dijî darbeyê sekinîne.
Li pey bêencambûna têkoşîna darbekaran di heyama rojên buhurî da dewleta Enqerê dest bi paqijkirin û serkutkirina dijberên xwe kiriye û bi dehan hezar kes ji wan rayedarên leşkerî, dadwer û dozger têkildarî vê darbeyê girtine.
Li gorî rapora malpera Mesîreyê, artêşa Tirkiyê ragihandiye ku 42 helîkopter û 14 gemiyên şêrr ji dema darbeya leşkerî li vî welatî wenda bûne. Li gorî vê raporê rayedarekî leşkerî yê Tirkiyê dibêje ku wendabûna 42 helîkoptiran rast e.
Li vî halî, dewleta Tirkiyê dema girtina demkî anku binçavkirinê ji çar rojan heta sî rojan zêde kiriye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, li halekî ku hefteyek ji darbeya serneketî derbas bûye, berteka dewleta Erdogîn li dijî darbekaran didome.
Li gorî vê raporê, hevdemî kiryarên dewleta Enqerê, dozgeriya Tirkiyê ragihand ku 1200 kes ji girtîyan berdane. Ev yekem koma azadbûyiyan ji girtina demkî ji dema darbeya serneketî yav 15`ê Tîrmeha 2016`an li vî welatî ye.
Li gorî nivîsîna rojnameyên Tirkiyê, yek ji tivdîrên teze yên dewletê derxistina hertimî ya wan kedkaran e ku têkiliya xwe bi Fethullah Gûlen, rêberê manewî yê Nûrçiyên Tirkiyê ra hene. Gulen kesek e ku dewleta Enqerê û Erdoxan idia dikin destê wî li darbeyê hebûye.