Dilgiraniya serokkomarê Tirkiyê ji rewşa hundirî ya vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i229756-dilgiraniya_serokkomarê_tirkiyê_ji_rewşa_hundirî_ya_vî_welatî
Her çend rewşa nav Tirkiyê piştî darbeya leşkerî ya hefteya bihurî li vî welatî ewleh bûye û dewleta Enqerê rewşa ewlehiyê xistiye destê xwe, lê li gor raporên ku ji vî welatî belav dibin, wisa diyare ku Receb Teyib Erdogan ji dewama vê wezyeta heyî nîgerene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2016 09:46 Asia/Tehran
  • Dilgiraniya serokkomarê Tirkiyê ji rewşa hundirî ya vî welatî

Her çend rewşa nav Tirkiyê piştî darbeya leşkerî ya hefteya bihurî li vî welatî ewleh bûye û dewleta Enqerê rewşa ewlehiyê xistiye destê xwe, lê li gor raporên ku ji vî welatî belav dibin, wisa diyare ku Receb Teyib Erdogan ji dewama vê wezyeta heyî nîgerene.

Li vê çarçîvê da ajansa Anadoluiyê ragihand ku hîn jî dewleta Enqerê dewamê dide girtina dijber û neyarên xwe û gumanberên pişkdarên darbeya leşkerî li nav Tirkiyê.

Li gor rapora herî nû, dewleta Tirkiyê birek din ji neyarên xwe li nav bajarên curbicur ên vî welatî girtin.

Polîsê Tirkiyê li raporeke xwe da belav kiriye ku li operasiyona hêzên artêşa Tirkiyê li bajarên curbicur 28 kesên ser bi cimaeta Gulen hatine girtin.

Polîsê Tirkiyê ragihandiye ku operasiyona wan ji bo girtina endamên cimaeta terorîst a ser bi Fethullah Gulen berdewam dike.

Li darbeya bêencam a Tirkiyê herîkêm 246 kes hatin kuştin û zêde ji hezar û 500 kes jî birîndar bûn û heya niha zêde ji 10 hezar ji wan 287 efserên polîs, 7 hezar û 243 esker, 2 hezar û 14 dadwer û 686 kesên sivîl hatine girtin.

Êvara îniya hefiya bihurî  komek ji çekdarên Tirkiyê tevî rakirna firokeyên şêrr ên F-16`ê, dagîrkiirna saziya Radyo û Televîziyona dewletê ya Tirkiyê û bombarana saziyên girîng ên dewletê dest bi darbeyê kirin ta hikûmeta Erdoxanê serokomarê vî welatî ya pêkhatî ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) serûbinî bikin; Lê tevî çend saet hewildana xwe bi ser neketin û Erdoxan û dewleta wî ji têkçûnê filitîn û ev darbeya leşkerî rastî işkestê hat.

Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya îniya bihurî tev Joe Baydin alîkarê serokkomarê Tirkiyê bilî viya ku raporek li ser hejmara kuştî û birîndarên vê darbeya işkestxwarî daye wî got: Fethullah Gulen serokê cimaeta Xizmet ku niha li Amerîkaye sebebkarê sereke yê van aloziyên nav Tirkiyê ye û pêwîste ku were dadgehî kirinê.

Her li vê barê da Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî got: Em ``şehediyên êliktironîkî`` li ser nexş û rola Fethullah Gulen li bara darbeya leşkerî didin ber destê Amerîka.

 Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Firans 24 ragihand ku me hinek sened û serbelg hene ku nîşan dide Fethullah Gulen serokê cimaeta Xizmet nexş û rolekî xwe ye sereke li ser darbeya leşkerî ya Tirkiyê heye û em van ``şehediyên êliktironîkî``dê bidin ber destê dewleta Amerîka.

Fethullah Gulen serokê Cemaeta Nûr a Tirkiyê ku li sirgûnbûna bi dilê xwe ye û niha li Eyaleta Pênsîlvaniya Amerîka dijî ji aliyê karbidestên Tirkiyê û bitaybet Erdogan tawanbare ku ew sebebkarê sereke yê vê darbeya leşkerî ya işkestxwarî li nav Tirkiyê ye.

Erdogan destnîşan kir ku bi vê zûtiyê dê çend wezîrên Tirkiyê bona gotûbêja tev karbidestên Amerîka ji bo zivirandina Gulen bo Tirkiyê biçin Amerîka.

Erdogan îdia kir; efserekî ku bi destê darbeçiyan hatibûye girtin ragihandiye ku wan jê xwestine bi telifûnê tev Gulen biaxive ku eva rola raste raste Gulen li darbeya leşkerî nîşan dide.

Li vê barê da Mewlûd Çawûçoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku dewleta Amerîka komîteyek ji bo lêkolînkirina ser vê meselê ku gelo Fethullah Gulen peywendiya xwe darbeya leşkerî ya Tirkiyê hebûye yan na, pêk aniye.

Li gor rapora ajansa ISNA`yê , Mewlûd Çawûçoglu ragihand ku niha karbidestên Amerîka komîteyek pêk anîne ta ku li bara radest kirina Gulen bo nav Tirkiyê biryarê bigrin.

Wî got: Pêwîste ku Amerîka pîşiya sefera Gulen bo welatên din bigre.

Wî got: Ji ber ku Gulen hinek alîgîrên xwe li nav saziya dadwerî, artêş û rojnameyan heye pêwîste ku Amerîka radestkirina Gulen pir dirêj neke .