Rewşa diltezîn a mirovan li bakûra Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i229672-rewşa_diltezîn_a_mirovan_li_bakûra_sûriyê
Nûçe û raporên belavbûyî ji bakûra Sûriyê nîşan didin ku rewşa xelkê li van deveran her diçe xirab û diltezîntir dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2016 14:22 Asia/Tehran

Nûçe û raporên belavbûyî ji bakûra Sûriyê nîşan didin ku rewşa xelkê li van deveran her diçe xirab û diltezîntir dibe.

Şewra Leşkerî ya Minbic û derdora wê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji kurd û ereban pêk hatiye û Amerîka piştgiriya wan dike duh bi weşandina daxuyaniyekê desnîşan kir ku heya 48 saetan mecalê dide grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku terka bajarê Minbicê û derdora wê li bakûra Sûriyê bide.

Şewra Leşkerî ya Minbic û HSD ku bajarê Minbicê dorpêş kirine li daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihandin ji bo parastina canê xelkê sivîl yê Minbicê  û ji bo girtina pêşiya wêranbûna bajêr em qebûl dikin ku endamên DAIŞ`ê yên ku li dorpêçiyê de asê mane heya 48 saetan bi sîlahên xwe yên şexsî terka bajêr bidin, li vî halî de em êrişî ser wan nakin, eva mecal û derfeta herî dawiyê ya terorîstên DAIŞ`ê ye ku ji nav bajarê Minbicê û dever û taxên wê derkevin.

Birêvebirê Koma Xebatê ya Alîkariyên Mirovdostane ya NY li Sûriyê Jan Egeland  jî duh anî ziman ku beşa rojhilatê ya Helebê li bakûra Sûriyê li bin destê terorîstan e û artêşa vî welatî ew dorpêç kiriye, vêca wî xwest hu her hefte 48 saetan agirbest li vê navçê de were ragihandin , bona ku civaka cihanî û koma alîkariyên mirovdostane ya NY bikare alîkariyan ji xelkê navça hanê re ku 250 hezar kes in bişînin. 

Jan Egeland  demezirandina vê agirbestê li Helebê ji bo girtina pêşiya karesateke însanî li vî bajarî de pêdivî da zanîn û got: Hêzên Sûrî heftê Tîrmehê deverên bakûra Helebê azad kirin.

Nûnera Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor li Sûriyê Marianne Gasser jî bal kişand ser rewşa xirab û dijwar a xelkê Helebê û desnîşan kir tevî vê rewşa dijwar û xirab, xelkê sivîl ê vî bajarî hîn li ber xwe didin.

Li vê navberê de Enes endamê Hevpeymaniya Netewî ya Dijberê Sûriyê jî bal kişand ser kuştina bi dehan kes ji xelkê sivîl  li Minbicê  loma bi şandina peyamekê ji wezîrên derve yê Hevpeymaniya Navneteweyî  xwestiye ku şer û pevçûn li Sûriyê werin rawestandin da ku lêkolînên tam li vî warî de cih werin.

Berî viya wezareta derve ya Sûriyê jî li namekê ji bo Sek. giştî yê NY  êrişa balafirên Fransayê ser gundekî li bakûra Minbecê ku bû sedema kuştina bi dehan kesên sivîl ji wan 11 zarokan şermezar kir.

Dewleta Sûriyê herwiha bi raberkirina belgeyan bi fermî ji Konseya Ewlehiyê ya NY û vê rêxistinê bi xwe xwest ku cinayeta diltezîn a grûpa terorîstî ya Tevgera Nûredîn Zenkî li serjêkirina zarokekî filistînî li bakûra Helebê şermezar ke.