Tevgerên Erebistanê û Yekîtiya Ereban ji bo helahelaya dijî Îranê
Sekrêtêrê giştî yê Yekîtiya Ereban ê nû, Ehmed Ebulxeyz van rojan hewil dide ku bi hin gotinan tevî piştrastkirin û erêkirina reftarên Erebistanê siyasetên kêşeza yên siûdiyan pîne bike.
Wî roja sêşemiyê, 19`î Tîrmeha 2016`an, li yekemîn hevpeyivîna xwe ya televîziyonî ligel kanala têlêvîziyoniya Erebiyê li bara rojev û destûrkara civîna çend rojên din a serokên vê yekîtiyê li Morîtanyayê, got ku mijara qaşo gefên Îranê li rojeva vê civînê ye. Ehmed Ebulxeyz her wiha got: Behreyn jî dixcwaze ku ev mesela bê hilkolandin.
Wî her wiha îdia kir: `Her kes ku rexne li sêkrêtêrê giştî yê Yekîtiya Ereban digire di rastiyê da ev yekîtî bi xwe daye ber rexneyan`. Wî destnîşan kir: `Ez hewil didim ku vîn û iradeya ereban û Yekîtiya Ereban hilêxinim`.
Hevdem ligel van gotinan, wezîrê karên devre yê Erebistanê jî îdiayên pûçbûyî û hertimî yên xwe li dijî îran, Iraq, Sûriye û Hizbullaha Libnanê dubare kirin û îdia kir ku Erebistanê tu pêngavek li dijî Îranê ranekirine. Adil Cubeyr ji bo niximandina rola eşkere ya Riyazê li warê piştgiriya ji têrorîsmê li navçeyê, îdia kir ku Îran ji têrorîsm û kiryarên alozîçêker li Sûriye, Iraq, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Yemenê piştgiriyê dike û ev yeka bûye sebeb ku firqeşopî û tayfetî pêk were.
Dema ku em van îdiayan analîz dikin du xal tên ber çavan ku nîşan ddie ev tevger rêxistinkirî û li tûşa siyaseta dûrxistin û tecrîda Îranê li derwana piştî Lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar . Xala yekem têkildarî gefnîşandana şiyana mûşekî ya Îranê piştî lihevkirinameya navokî ye ku li rapora vê dawiyê ya ban Kî Mûn, sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) jî tê dîtin. Li beşeke rapora sêkrêtêrê giştî yê NY hatiye îdiakirin ku bernameya mûşekî ya Îranê li gorî rûhê lihevkirina navokî nine.
Ev idia bi tundî ji aliyê Îranê va hat redkirin. Berdevkê wezareta akrên derve ya Îranê got: Beşek ji rapora sêkrêtêrê giştî yê NY tam bixerez û di bin zext û zora Amerîkayê da hatiye nivîsîn.
Xala duyem li warê analîza gotinên bixerez ên sêkrlêtêrê giştî yê Yekîtiya Ereban û wezîrê karên derve yê Erebistanê hevdem ligel rapora bixerez a sêkrêtêrê giştî yê NY ev e ku Îranê ji qada guhertinnê navçeyê dûr dike û dewsa wê mijûlî kêşe û miajrên idiayî dike.
Ev tevger nîşan didin ku çêkirina sênaryoyan li dijî Îranê tevgereke çendalî ye. Ev idia berî viya bi mêhweriyeta mijara navokî û gefnîşandana bernameya navokî ya Îranê dihat şopandin; Lê bi saya pêkhatina lihevkirna navokî ev tevgereke heta astekê kêm bûn û niha miajrên îdiayî li ser vê yekê zêde bûne ku bernameya mûşekî ya Îranê gefek li dijî ewlehiya navçeyê ye.
Erebistan siyasetên bilindfirrînê li navçeyê dişopîne û bi vê siyasetê Yemen tûşî şerekî navxweyî yê nexwestî anî; Li halê ku li Sûriye, behrêyn û Libannê jî Riyazê bi destwerdana xwe alozî û kêşe afirandin û rewşa lihevaliyayîtir û qeyranî kiriye. Erebistanê ji bilî destwerdana leşkerî li Yemenê û piştgiriya malî û çekdarî ji têrorîstên tekfîrî siyonîstî yên DAIŞ`ê, li Behrêynê jî destê wê li tevgera serkutker û hovane li dijî gelê Behrêynê heye. Riyaz niha xwe baydayiya vê lîstoka siyasî li warê guhetinên navçeyê dizane û hewil dide ku derfetên Yekîtiya Ereban ji bo çêkirina qeyranan li navçeyê û sekinîan li hemberî Îranê bi kar bîne.
Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Yekîtiya Ereban demek berî niha di bin zexta Erebistanê navê Hizbullaha Libnanê danî nav klîsta komên têrorîst û bi vê kiryarê Rêjîma Siyonîst kêfxweş kir. Lê pirsa ku li vir derdikeve pêşberî me ev e ku ev reftar û sioyaseta Erebistanê heta çi astî dikare alîkariya Erebistanê bike. Çavdêrên siyasî li ser vê bawerê ne ku tenha riya Erebistanê ji bo ku xwe ji vê rewş û pirsgirêka xweçêkirî bifilitîne guhertina siyaset û reftara Riyazê û cubrankirina şaşitiyên pêş e.