Bersiva wezareta karên derve ya Îranê bo daxûyaniya NATO`yê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i228292-bersiva_wezareta_karên_derve_ya_Îranê_bo_daxûyaniya_nato_yê
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê dilgiranî û nîgeraniya hatî hilêxistin li daxûyaniya dawiyê ya civîna rayedarên NATOyê li bara bernama mûşekî ya Komara îslamî ya Îranê bêbingeh û dubarekirina îdiayên pûç ên berê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2016 14:34 Asia/Tehran
  • Bersiva wezareta karên derve ya Îranê bo daxûyaniya NATO`yê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê dilgiranî û nîgeraniya hatî hilêxistin li daxûyaniya dawiyê ya civîna rayedarên NATOyê li bara bernama mûşekî ya Komara îslamî ya Îranê bêbingeh û dubarekirina îdiayên pûç ên berê da zanîn.

Behram Qasimî destnîşan kir her wek bicaran hatiye ragihandin, hêza mûşekî ya Îranê tenê di çarçoweya bernamên rewa yên berevaniyê de ye û mûşekên Îranê ti caran jibo bikaranîna kumikên navokî ser wan nehatine çêkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku bernama mûşekî ya Îranê tu peywendiyeke xwe bi rêketinama navokî û muzakirên navokî tine û destnîşan kir ku ev mesela ne li dijî biryarnama 2231an a Konseya Ewlehiyê tê hesabê.

Tiştê ku li daxûyaniya dawiyê ya civîna NATOyê wek sedema çêbûna fukara li bara bernama mûşekî ya Îarnê hatiye zanîn ji xwe dewama van şantajan e ku piştî rêketinnamê jibo dewama zext û zorê li dijî Îranê destpê bû. Serokwezîra Almanyayê, Engela Mêrkêl pênşemiya buhurî, yanê 7 Hezîranê îdia kir ku Îran bêyî berçavgirtina biryarnama konseya Ewlehiyê ya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî tim li dû çêkirin û berfirehkirina mûşekên navînmenzîl e.

Ev helwest û daxûyaniya NATOyê nîşan dide armanca rojavayê zexta zêdetir ser Îranê ye û hewl dide hêza berevaniya Îranê wek gefekê bi tehlûke li Ewrûpayê bixe rojevê. Jixwe rojava bi vê stratejiyê dil heye ji aliyekê zextê bîne ser Îarnê û ji aliyê din ve damezrandina sîstemên mûşekî yên NATOyê li dijî Rûsyayê bi mehna sedema çêbûna fukaranji aliyê Îranê û tedbîrên NATO`yê jibo girtina pêşiya êrişa muhtemel ser welatên endamên vê peymanê pîne bike.

Beriya rêketinnama navokî, Konseya Ewlehiyê li hin biryarnaman ku ser navê beşa heftan a manîfestê hat dayîn, bernama zengînkirina uraniyomê ya Îranê wek gefekê li dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî nas kiribû û qedexe dabû ragihandin. Lê bi îmzekirina hevhatinnama navokî konseya ewlehiyê bi pejirandina biryarnameyeke nû bernama navokî ya Îranê û ji wan zengînkirin wek bernameyeke rewa û qanûnî qebûl kir. Lê belge nîşan didin ku sinaryoyeke din wek alternatîva mesela navokî hatiye darêştin. Ji salekê berî niha ve emerîkiyan hevgavê muizakirên navokî planek şopandine ku armanca wê girtina pêşiya zêdebûna hêza berevaniya Îranê piştî ciahnîna rêketinnama navokî ye.

Îranê li çarçoweya doktorîna xwe ya berevaniyê projeyên bibandor anegorî gefan dîzayn kiriye û cih aniye û bi çêkirina cureyên mûşekên balistîk ketiye rêza welatên herîbaş ên cîhanê.

Doktorîna berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê li gorî armancên stratejîk li gor du xalên giring yanê berhemanîna amêra qawetê jibo girtina pêşîlêgirtina aktîv û berevaniya bi însiyatîv û bibandor e.

Li gor nihêrîna karzanan Îran ji hêla îqtidara berevaniyê di astekê de ye kui li hevsengî û muadilên eskerî yên navçê û li parastina aramî û ewlehiyê wezneyek tê hesabê.

Hin lêkol ser vê bawerê ne ku bi çareserkirina biaşitî ya mesela navokî ya Îranê li çarçêva rêketinnama navokî, hevsengiya qawetê li rojava Asiyayê li hev ketiye. Loma nabe ku çavê xwe ser hêza eskerî ya Îranê derheq pêkanîna alugurên navçê girêdin. Loma Emerîka jibo gihêştina bo armancên xwe li serdema piştî rakirina boykotan alternatîvên din qaşo daniye ser maseyê ku yek ji wan kişandina NATO û welatên endamê Konseay Hevkariya Kendava Farsê ber birêzbendiyên eşkere yên eskerî li hember Îranê ye.