Pêngavên lihevnayên ên welatên rojavayî li prosa cihanîna rêketinama navokî
Pêngavên lihevnayên ên welatên rojavaiî li hemberî cihanîna rêketinama navokî ya Komara Islamîya Îranê û Koma 5+1`ê didomin û di vê çarçovê da, serokê giştî yê NY bêyî haydarîya ji xalên vê rêketinamê, ragihandîye ku plana mûşekî ya Îranê ne li gorî rêketinma navokî ye.
Ev helwesta Ban Kî Mon serokê giştî yê NY li halekî ye ku li rêketinama navokî tu muzakireyek li bara şîyana mûşekî ya Îranê nehatîye kirin û Komara Islamî ya Îranê meseleya şîyana mûşekî wek Xeta Sor ragihandîye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Ban Kî Mon li raporeke nihênî li bara rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê nivîsîye ku ceribandinên mûşekî yên Îranê û lihevkirina navokî û kêrhatîbûna wê lihev nayên.
Serokê giştî yê NY gotîye ku biryara di vî warî da ku bernama mûşekî ya Îranê û ceribandinên di vî warî da biryarnamên têkildarî rêketinama navokî binpê dikin an na, li ustîyê Konseya Ewlehîyê ye.
Li gorî ragihandina Reuters`ê, serokê giştî yê NY jibo 15 endamên Konseya Ewlehîyê rapora şeşmehî ya pêvajoya cihanîna rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê amade kirîye.
Di vî halî da, rayedarekî berpirs li wezareta karên derve ya Îranê temî daye serokê giştî yê NY ku li rapora şeşmehî ya xwe jibo Konseya Ewlehîyê şiroveyên li dijî rêketinama navokî hilênexe û raporeke dadmendane li bara qusûrîya Amerîkayê li warê cihanîna sozên xwe yên di çaçrova rêektinama navokî da raber bike. Çend meh ji destpêbûna cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê derbas dibin lê hela jî hin asteng ser rîya cihanîna wê hene heta astekê ku beşeke girîng û zêde ya hewldanên dîplomatîk ên Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li serdanên vê dawîyê bo welatên ewropî, jibo nehîştina astengîyên hanê hat terxankirinê.
Komara Islamîya Îranê bi caran ragihandîye ku bernama wî ya mûşekî tam jibo xweparastinê ye û bi tu awayî jibo rakirina kumikên navokî nehatîye darêştinê, loma biryarnama 2231`ê ya Konseya Elwehîyê binpê nake û tu têkilîya xwe bi rêektinama navokî ra tineye.
Plana vê dawîyê ya meclisa parlimanterên Amerîkayê ya qedexekirina firotina balafiran bo Komara Islamî ya Îranê jî berî her tiştî vîya nîşan dide ku beşeke desteya hikimdar li Amerîkayê ji ber encamên rêketinama navokî aciz e û razî nîne. Ev qanûna mînaka zext û zora ser Îranê ji alîyê amerîkîyan va ye, ji ber ku amerîkî giheştin vê encamê ku boykotên l idijî Îranê kêrhatî bûne û dil hene vê prosê bidomînin.
Beşeke girîng a berpirsên sîyasî yên Amerîkayê helwesteke nerênî li bara serêxwegirtina rêketinama navokî hene û dixwazin ku gêreya navbera her du welatan da zêde bibe. Li halekî ku ne rêketinama navokî û ne jî tu qanûneke din a navnetewî heqê xwe tineye serwerîya Îranê binpê bike.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî qanûna vê dawîyê ya meclisa parlimanterên Amerîkayê ya girtina pêşîya firotina balafirên Boîngê bo Îranê, pêkutî kir, hestyarî û rikeberîyên alîyên sîyasî bereberê hilbijartinên serokomartîya vî welatî hêjayî femkirinê ne lê, zîyana nayê cebirandinê ya van nakokîyên navxweyî û bêsozîyan yê bigihêje wan bixwe.
Komarxwazan û qata Rastgir a Partîya Dêmokirat a Amerîkayê dil hene boykot bidomin ta ku renge Îran pêngavekê rake ku reftara wan a neberpirsane rewa bide nîşandanê. Di eynî halî da, bi derbasbûna 6 mehan ji ragihandina cihanîna rêketinama navokî û tevî vebûnên aborî û çêtirbûna peywendîyên Îranê û cehanê, hela jî dilgiranî li bara pêvajoya cihanîna rêketinama navokî bi awayekî giran heye.