Terorîsm sînoran nas nake
Di van rojên dawiyê de em bûne şehedên dubarebûna hin zincîre kiryarên terorîstî ku Libnan û Iraq û Sûriyê û heta Bengladeş û beşeka Afrîqayê jî girtiye ber xwe.
Di demeka kurt a piştî teqînên terorîstî yên sibeha yekşemiyê li Bexdayê ku bû sedema mirin û birîndabûna bi sedan kesan, şeva duşemiyê jî hin navçeyên Erebistanê ketin ber êrişên teroerîstî.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, ev kiryarên terorîstî yên ku li nêzîkî Mescid Ul Nebî û herwiha li navçeya Qetîfê qewimîn, şermezar kirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir, wisan ku bi caran ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatiye ragihandin, terorîsm bi her awayekî û li her derekî dinyayê, bi tundî şermezar e û divê bi awayekî cidî ji aliyê hemû welatan, li hember çavkanî, sedem û hegerên ku ew pêk anîne, were sekinîn.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamiya Îranê, beriya niha jî bona şermezarkirina êrişa terorîstî ya Bengladeşê gotibû ku ev kiryara piştrast dike ku terorîsm, sînor, netewe, mezheb û jêogerafiyê nas nake û şerrê li hemberî wê, divê bi hevkariya hemû welatan cih were.
Terorîsma ku îro rojê li navçeyê heye, çenda salan beriya niha, Îranê kiribû armanca xwe.
Terorîsma ku bi taybet li navçê em şehedê cinayetên bi dû wê ne, berhema siyasetên ne wekhev ên welatên rojavayî li hember komên terorîst e ku bi derketina diyardryên nû yên ji komên terorîstî ser navên wekî El Qaide û DAIŞ`ê, zêdetir aşkera bûye. Di rastiyê de, Amerîka bi xapandina raya giştî, dewsa ku li hember terorîsmê şerr bike, piştgiriyên xwe yên ji terorîsmê pîne dike.
Li halekê ku terorîsm, derbeyên ku nayên cebirandin, pêk anîne ku bi bûyera 11`ê Îlona 2001`an dest pê bû, lê Amerîka terorîsmê bi awayekî din da nasandin û ev diyarde bi pîvanên xwe yên yekalî, bi aliyên baş û nebaş re parve kir û bi derxistina navê hin koman ji nava lîsteya komên terorîst, pişta wan girt. Welatên rojavayî û hin welatên navçê û ji wan Erebistan û Tirkiye bi dayîna pere û alav û çekan bo terorîstan, alîkariya wan kirin ku hin kirêgirtiyan ji neteweyên curbicur, ber bi komên terorîst ve bikişînin. Wateya vî karî, piştgiriya ji terorîsmê ye.
Îro rojê ev bûyer, dubare dibin û piştgirên terorîstan, terorîsm û tundrêtiyê wekî alavekê bona pêkanîna nakokiyan di navabera Îslam û welatên rojavayî de, bi kar tînin.
Di vê demê da ku welatên li rojavayê Asyayê, ji hêla siyasî ve aloz bûne û ketine bin zextên ji ber şerr û terorîsmê, hêzxurtên xwetêkilker, bi mehneya şerrê dijî terorîsmê, navçê aloz kirine. Li halekê ku misilmanan tawanbarî vê yekê dikin.
Rêberê giranqedr ê Înqilabê, li 29`ê Mijdara sala buhurî, li nameyekê bo xortên li welatên rojavayî, bûyerên tal ên ku bûn sedema terorîsma kor a li Fransayê, wekî rastiyeka bi êş dan zanîn. Wî berî wê jî di Çileya sala 2014`an de, peyameka girîng li ser kokên terorîsmê, ji bo xortên ewrûpî û Amerîkaya Bakûr, şandibû. Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, li her du nameyan, bal kişandibû ser reftarên ne wekhev ên li siyasetên welatên rojavayî û bi bîr xist ku eger xelkê Ewrûpayê niha çend rojekê li malên xwe de dimînin û naçin cih û navendên qelebalix, malbateka filistînî, eva bi dehan sal in ku di mala xwe de ji aliyê Rejîma Siyonîst ve tên kuştin û li ber cinayetên wan da ne.
Nihêrîn û helwêstên zelal ên Îranê, nîşan didin ku Komara Îslamiya Îranê, hertim şerrê dijî terorîsmê, pêwîst zaniye û dem û gava niha jî her di vê çarçoveyê de ye, ji ber ku terorîsm, tu sînoran nas nake û şerrê dijî wê jî divê bi alîkariya hemû welatan be.