Şert û mercên welatîbûnê bo penaberên Sûriyê çi ne?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i227467-Şert_û_mercên_welatîbûnê_bo_penaberên_sûriyê_çi_ne
Ew şert û mercên Tirkiyê bona welatîbûnê ji bo penaberên sûrî tên sivikkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2016 12:23 Asia/Tehran
  • Şert û mercên welatîbûnê bo penaberên Sûriyê çi ne?

Ew şert û mercên Tirkiyê bona welatîbûnê ji bo penaberên sûrî tên sivikkirin.

Penaberên sûrî, yan wê bi biryara Lijneya Wezîran bibin welatiyên Tirkiyê yan jî ji bo vê yekê, dê ew karûbarên yasayî bêne sivikkirin. Piştî entegrasyona 2 milyon û 746 hezar penaberên sûrî yên li Tirikiyê, wê mafê welatîbûnê were dayîn.Piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayîp Erdogan, ya derbarê dayîna mafê welatîbûna Tirkiyê ya ji bo penaberên sûrî, xebatên di vê derbarê de jî bi lezgînî dest pê kirin. Ji bo wan penaberan ku ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyê, wê mafê welatîbûna Tirkiyê, piştî ku ji sed entegrasyona xwe ya bi civaka Tirkiyê re pêk bînin, bê dayîn. Li gorî pisporên penaberan, heta niha 2 milyon û 746 hezar kes hatine tomarkirin û nasnameyên biyometrîk bo wan hatine dayîn.

Niha hikûmeta Tirkiyê ji bo guherandinê, li ser wê xala ku di yaseyê de derbas dibe û yase dibêje "ew kesên ku nikarin mafê welatîbûnê wergirin" dest bi xebatan kiriye ku wan penaberan bê kêşe bi awayekî yasayî bike welatatiyên Tirkiyê. Ji bo vê yekê jî yan divê bi biryarnameyeke Lijneya Wezîran ya niha penaberên sûrî bike welayiyê Tirkiyê yan jî pêwîst e hikûmet di Yasaya Welatîbûnê de, guherînên bingehîn pêk bîne. Ji bo guherandina vê yaseyê jî ji niha ve Miduriyeta Giştî ya Welatîbûnê û Serjimariyê hatiye peywirdarkirin.

Derbarê vê mijarê Recep Tayîp Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, wiha gotibû:"Di nava birayên me yên sûrî de, ew kesên ku dixwazin bibin welatiyê Komara Tirkiyê hene. Wezareta Navxweyî di vê çarçoveyê dixebite. Em ê jî piştevaniyê bidin ku penaberên sûrî karibin bibin welatiyên Tirkiyê."

Xala herî giring ya di welatîbûna penaberên sûrî de kêşeya entegrasyonê ye. Ji bo vê yekê jî, li gorî "Belgenameya Çarçoveya Polîtîk û Stratejiyên ji bo Penaberên sûrî yên li Tirkiyê" wê 7 wezaret ji serdema entegrasyona penaberan berpirsiyar bin. Herwiha ligel dem û dezgehên civakî, 14 saziyên din ên piştevaniyê jî, dê di nava vê prosesê de cih bigirin. Ji bo entegrasyona sûriyan, 8 xalên giring ên perwerdehiyê hatine diyarkirin. Ew xal jî, wiha hatine rêzkirin; 1. Penihîn yanî xwe spartin, 2. Tendurîstî, 3. Perwerdehî, 4. Ewlehî-Ewlekarî, 5. Hevahengiya Civakî, 6. Jiyana xebatê û ya aborî, 7. Rêveberiyên Herêmî, 8. Dam û Dezgehên Civakî.

Derbarê vê yekê Serokê Navenda Lêkolînê ya Koç û Îltîcayê Metîn Çorapatir wiha got:"Welatîbûn ji aliyê siyasî ve ji bo desthilatê dibe ku bibe wek arîşeyekê.Divê Tirkiye beriya welatîbûnê, pêşî Statûya Penaberbûnê, sererast bike. Heta ew xala di peymana Cînevê ya 1951`an de neyê rakirin, kêşe ji binî ve çareser nabin."

Wê ew riya welatîbûnê ji wan penaberên sûrî yên ku beşdarî bernameya entegrasyonê bûne û li vê derê di warê hevsengîbûnê de, bi ser ketine were hêsankirin. Ew kesên ku di hevahengîbûna civakî de ne li gorî rêz û rêgezan tevbigerin, yan jî sazûmana gelemperî, nizama giştî xira bikin ew mafê welatîbûnê wê ji destê bê standin. Di wan penaberên ku 8 xalên bingehîn ên perwerdehiyê yên giring, bi cih anîne de jî, wê li krîterên wek, "baş zanîna bi zimanê tirkî, hevahengiya civakî, hevahengiya nizama giştî û ya civakî, paqijbûna tomara sicîlî ya edlî, nebûna tomara sucan û piştî welatîbûna Tirkiyê wê çi fêydeyê bide" bê nihêrtin. Ji bo wan penaberên Sûriyeyî ku ev krîter bi cih anîne û serî li welatîbûnê dane, wê Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Navxweyî piştî lêgerîn û lêkolînê wê raportekê ragihîne li ser "gelo dikare bibe welatî an na? Welatîbûna wî dê bê pejirandin yan na? Piştî vê gavê jî wê Îstixbarata Tirkiyê li ser wan penaberan lêpirsînekê bike. Dem û Dezgeha Îstixbaratê ger raporta "guncawe" bide, hingê wê ew penaberên sûrî mafê welatîbûna Tirkiyê bi dest bixin û bibin welatiyê Tirkiyê.