Bertekên li hemberî teqînên têrorîstî li Erebistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i227449-bertekên_li_hemberî_teqînên_têrorîstî_li_erebistanê
Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îran wek berteka li hemberî teqîna li Medîneya pîroz li Twîttera xwe nivîsî êdî tu xeteke sor nameye ku têrorîst jê derbas nebin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 05, 2016 10:52 Asia/Tehran
  • Bertekên li hemberî teqînên têrorîstî li Erebistanê

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îran wek berteka li hemberî teqîna li Medîneya pîroz li Twîttera xwe nivîsî êdî tu xeteke sor nameye ku têrorîst jê derbas nebin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bibîr xist ku têrorîst ji hemî xetên sor derbas bûne û tenha rîya kutakirina vê rewşê, pêkanîna yêketîyê li cîhana islamê ye. Berî vîya, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi daxûyanîyekê êrişên xwekujî û teqandinê yên şeva buhurî li deverên curbicur ên Erebistanê ji wan opêrasyîna têrorîstî li nêzîkî Mizgevta Nebî (S) û ya li devera Qetîfê şermezar kirin.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê vê sibê bi daxûyanîyekê xwe şirîkê derd û xema malbatên gorîyên van bûyerên têrorîstî zanî û got: Çawan ku bi caran ji aliyê Komara Islamîya Îranê va hatîye ragihandinê, têrorîsm bi her şiklî û li her dera cehanê mehkûm e û divê hemî welat bi awayekî cidî li hemberî çavkanî, heger û sebebkarên vê dîyardeya şûm û reş bisekinin.

Qasimî her wiha got: Têrorîsma beredayî ku roja îro nemaze em li navçê dibînin, nîşan daye ku tu sînor û miletî nas nake û tu rêçareyek bilî pêkanîna hevdengîyeke navçeyî û navnetewî li dijî wê tineye.

2 kesên xwekuj şeva buhurî xwe nêzîkî Mizgevta Nebî (S) û mizgevtekê li bajarê Qetîfê li rojhilata Erebistanê teqandin ku di encamê da çend kes hatin kuştinê û birîndar bûn.

Hela tu komekê berpirsîya van êrişana nedaye ustîyê xwe lê koma têrorîstî ya DAIŞ`ê tê tawanbarkirin.

Hizbulaha Libnanê jî bi daxûyanîyekê teqînên têrorîstî li derdora Mizgevta Nebî (S) û mizgevtekê li bajarê Qetîf ê Erebistanê şermezar kirin û ew nîşaneyeke din a bêrêzîya têrorîstan li nirxên pîroz ên misilmanan zanîn.

Hizbulaha Libnanê her wiha ragihand, ev nexweşîya bitalûke hewcedarê dermankirinên cidî û cirbicur e ku hewcedarê hevgirtina sîyasî û gelanî ye.

Li dewama vê daxûyanîya Hizbulahê hatîye: Welatên piştgirê têrorîsmê ku bixwe niha bûne gorîyê wê, divê venihêrînekê li helwest û fikrên xwe bikin. Hizbulahê her wiha ragihand, roja îro dinya û navçe li hemberî ceribandineke mezin û pêngaveke hevpar a da ne û divê ji ber vê yekê desta ji nakokî û gêreyên xwe yên navçeyî û navnetewî bikêşin.

Sazîya Hevkarîya Islamî jî bi daxûyanîyekê teqînên têrorîstî li nêzîkî mizgevtekê li devera şîenişîn a Qetîfê li rojhilata Erebistanê û teqîna li nêzîkî Mizgevta Nebî (S) şermezar kirin.

Yêketîya Ereban jî teqînên têrorîstî li nêzîkî mizgevtekê li devera şîenişîn a Qetîfê li rojhilata Erebistanê û teqîna li nêzîkî Mizgevta Nebî (S) şermezar kirin. Yêketîya Ereban li ser vîya sekinî ku ev teqîn nîşan didin ku têrorîsm ya dîn û welatekî kifş nîne û li ser helwesta misoger a vê yêketîyê li warê şermezarkirina her şiklê têrorîsmê sekinî.