Hişyariya Iraqê bo piştevanên terorîzmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i227323-hişyariya_iraqê_bo_piştevanên_terorîzmê
Serokwezîrê Iraqê li bersiva êrişên terorîstî yên çend rojên bihurî li Bexdayê destnîşan kir; terseyî dijwariyên xebata dijî terorîzmê Bexda li hemberî wan aliyan disekine ku alîkariyên xwe didine terorîstan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 04, 2016 11:34 Asia/Tehran
  • Hişyariya Iraqê bo piştevanên terorîzmê

Serokwezîrê Iraqê li bersiva êrişên terorîstî yên çend rojên bihurî li Bexdayê destnîşan kir; terseyî dijwariyên xebata dijî terorîzmê Bexda li hemberî wan aliyan disekine ku alîkariyên xwe didine terorîstan.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li peyama xwe ya yekşemê bi şev bo civata cîhanî, bal kişande ser alîkariyên ku hinek ji aliyan didin terorîstan û got: Em dizanin ku hinek alî piştevaniya terorîstan dikin û ji ber van alîkariyana ku terorîst cinayetên xwe didomînin, lê em dê xebata xwe ya dijî terorîstan û alîkarên wan zêde bikin.

Ebadî bal kişande ser viya ku niha terorîstan ew hêz û qaweta sekinîna li hemberî hêzên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê tunen û got: Em dê bersiveke qahêm û giran bidin terorîstan û dijminên gelê Iraqê, ew cure ku me berê jî li Remadî, Tekrît û Felûcê ispat kir.

Gotinên şeva bihurî ya Ebadî piştî kiryarên terorîstî yên sibeya yekşemê bû ku li van kiryarên terrîstî li bazarekî Bexdayê 175 kes hatine kuştin û 180 kes jî birîndar bûn ku hemû goriyên vê bûyerê xelkê sivîl bûn.

Çavdêr û karzanên siyasî bawerin, ew êrişa terorîstî ya Bexdayê bersiva işkestên vê dûmahîkê yê vê grûpa terorîstî li nav Iraqê bû ku van rojana artêşa Iraqê derbeyeke giran li vê grûpê xist , bi curekê ku li êrişa vê dawiyê ser karwana trombîlên terorîstên ku dil hebûn ji nav axa Iraqê derkevin, 450 trombîl hatine şewitandin û hate ragihandin ku bi sedan terorîstên DAIŞ'ê jî hatine kuştin.

Piştî van serketinên artêşa Iraqê ku li çend salên bihurî bê mînak bû, serokwezîrê Iraqê li bara êrişên terorîstan bona tolvegirtina ji gelê Iraqê hişyarî da.

Wisa diyar e ku gotinên şeva bihurî yê Ebadî li bara sekinîna Iraqê li hemberî piştevanên terorîstan nîşana viyaye ku sekinîna artêşa Iraqê li hemberî aliyên ku ji babeta abûr û çek û sîlahî alîkariyan didin terorîstan biqasî xebata dijî terorîstan ehmiyet heye.

Her ji ber viya bû ku Ebadî li gotinên xwe ji civata cîhanî xwest bona sekinîna li hemberî terorîstan alîkariyê bidin Iraqê û bi hêz û qawet li hemberî terorîstan û piştevanên wan bisekinin.

Herçend dewleta Iraqê vê carê biryar daye hevçax li hemberî terorîstan û piştevanên wan bisekine û dil heye ku civata navnetewî jî li vî şerî alîkariyê bide wan lê pêwîst e ku ev yeka neyê jibîr kirin ku pêwîst e şerê dijî terorîzmê li nav vî welatî bi xwe jî bi micidî were domandinê, ji ber ku piştî derketina amerîkiyan ji nav axa Iraqê, Waşîngtonê ku rewşa xwe li navçê û Iraqê lawaz dît û ji destê Iraqê hêrs bû, niha bi pîlanên curbicur dil hene neyariyên etnîkî û eşîreyî li nav vî welatî rewac bide.

Her li vê çarçîvê wisa diyar e ku eger Iraq hema bi hêz û qawet li hemberî terorîstan bisekine û piştevanên abûrî û çek û sîlahî yên terorîstan bo civata cîhanî bide nasandinê û li hemberî bîrûbawerên fanatîk jî raweste dikare rê ji bo kokbirkirina terorîstan û bitaybet terorîstên DAIŞ'ê li nav vî welatî hêsan bike.