Gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina malbatên şehîdan
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê duh berêvarê li hevdîtina komek ji malbatên şehîdên 7 Tîrê û malbatên şehîdên Parêzvanên Heremê, ji mucahidet û têkoşana şehîdan û sebr û hedara malbatên şehîdan re rêz û hurmet girt û ew bingehên îqtidar û qaweta Nizama Îslamî dan zanîn û tekez kir: Tenê riya pêşketina Îrana Îslamî, vejiyandina ruhiyeta inqilabî û mucahidetê ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser derbasbûna 35 salan ser buyera teqîna nivîsgeha Partiya Komara Îslamî li 7 Tîra sala 1360`an, 27 Hezîrana 1981`an û got: Sebebkarên vê cinayetê piştî revîna ji Îranê niha bi salan e ku li ber siya welatên rojavayê de ne, welatên ku dawakarê pêşengbûna li warê dijberiya li hember terorîzmê û piştgiriya ji mafên mirovan in .
Rastî eva ye ku îro rojê terorîzm berfireh bûye û ji rojava Asiyayê heya Ewrûpa û Emerîkayê girtiye ber xwe bi vê ferqê ku rojava ewilî terorîzma organîzebûyî jibo armancên xwe yên siaysî bi kar anî, lê îro bi xwe tûşî fanatîzmê bûye . Komara Îslamî ya Îranê li gor erka xwe ya însanî û îslamî jibo bêencamkirina vê fitnê û jinavbirina zilm û zordariya li navçê û cîhana Îsalmê her kar û xebatek kiriye. ji wan kiryarên Îranê li vê rêkê de alîkariya jibo rewacdan û nasandina hizr û ramanên resen ên Îslamî jibo eşkerekirina pênaseya rastîn a liv û tevgerên pûç û bêbingeh ên grûpên terorîstî bûye .
Bêguman piştgiriya Emerîkayê ji terorîzmê beşek ji stratejiya Waşengtonê jibo mudaxila li navçê bûye, ev pêvajoya îro bi piştgiriya ji DAIŞê tê şopandin û terorzîm di bin saya siaysetên newekhev ên rojavayê berfireh bûye.
Xala giring li vê beşa gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hilêxistina unsurên îqtidarê li ruhuyetên inqlabî û nizama Komara Îslamî ya Îranê ye ku dijminên nizama Îslamî tu carî nikarin wê fehm bikin.
Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî tekez kir ku bi palpiştiya Îman û viyan û mirovên momin û micahid û şehîd jixwe unsurên îqtidara nizama Komara Îslamî ya Îarnê li şerê newekhev bi bereya îstikbarê ye . dijminên Îslamê tevî viya ku tesîrên vê hêzê dibînin, lê nikarin vê rastiyê fehm bikin an şirove bikin .
Rêberê Inqilba Îslamî pîlan û komployên grûpên terorîstî yên mîna DAIŞê mînakek ji van şêwazên tund û tûj jibo rawestana li ber nizama Îslamê dan zanîn û got: Armanca sereke ya damezrandina grûpên terorîstî û kiryarên wan li Iraq û Sûriyê êrişa ser Îranê bû lê hêza nizama Komara Îslamî bû sedem ku ew hema Li Iraq û Sûriyê li erdê bikevin .
Hezretê ayetullah Xamineyî li dewamê bal kişand ser mesela berevaniya ji herêma ehlê beytê(s) û şehîdên berevanên heremê û got : Ev mesela ji buyerên ecayîb ên dîrokê ye ku hin ciwanên Îranê û welatên din bi îman û bawerî û doz û viyana bihêz ji hevjîna ciwan û zarokên xwe û jiyana xwe ya rihet derbas dibin û dev ji wan ber didin û di welatekî xerîb li riya Xwedê teala cîhad û têkoşanê dikin û di vê rêkê de şehîd dibin.
Rêberê Inqilba Îslamî pîlan û komployên grûpên terorîstî yên mîna DAIŞê mînakek ji van şêwazên tund û tûj jibo rawestana li ber nizama Îslamê dan zanîn û got: Armanca sereke ya damezrandina grûpên terorîstî û kiryarên wan li Iraq û Sûriyê êrişa ser Îranê bû, lê hêza nizama Komara Îslamî bû sedem ku ew hema Li Iraq û Sûriyê li erdê bikevin .