Sîyaseta stratêjîk a Amerîkayê, dewama kîna dijî Îranê
Sênator Kirîstofêr Konz endamê derecebilind ê Partîya Demokrat li Sênaya Amerîkayê li civînekê ku duh ser navê '' nirxandina rêketinama navokî ya Îranê piştî salekê'' li Konseya Peywendiyên Derve ya Sênaya Amerîkayê hat lidarxistin, got: Îran hela jî bitaluke û inqilabî ye û hela jî xetera navokiya bilquwe jibo dehsalîyên pêşda tê hesêb.
Vî sênatorê amerîkî her wiha got: Rêektinama navokîya Îranê û Koma 5+1'ê jibo guhertina reftara Îranê nebûye belkî bernama navokîya vî welatî kontrol kirîye.
Wî ku ji endamên derecebilind ên Komîteya Peywendiyên Derve ya Sênayê û ji bereya qaşo piştgirê rêketinama navokî tê hesêb, bi dubarekirina idiayên pûç li bara Îranê got: Girtina pêşîya Îranê ku sîlehên navokî bi dest nexe, hewcedarê çavdêrîya berdewam ser kiryarên Îranê ye û ev pêngav nabe ku tenê berpirsîya serokomarê niha yên Amerîkayê bin belkî divê bi salan ewlewiyeta bingehîn jibo serokomarê pêşerojê yê Amerîkayê û dezgehên lêzanînê û endamên Kongirê bin.
Amerîka bi heceta tişta ku '' çalakîyên têkbirê istiqrarê û handêrane yên Îranê derveyî çarçêva rêketinama navokî'' bi nav dike, bi dû sepandina boykotên nû li dijî îranê ye.
Di vî warî da wezareta xizînedarîya Amerîkayê bilî meseleya navokî boykotek din jî dijî Îranê kifş kirîye ku tevî rakirina boykotên navokî didomin.
Di vê çarçovê da, koma taybet a bi navê Pêngava Daraîyê li Amerîkayê, sala 2008'ê navê Îranê xiste lîsta welatên ku ji hêa daraîyê va pirrxeter tên hesêb û bank di warê danûistandina ligel Îranê da hişyar kirin. Duh çavkanîyên nûçan ragihandin ku dewleta Amerîkayê bi awayekî demkî navê Îranê ji lîsta welatên tawanbarê xerckirina dirafên narewa li karên rewa û dabînkerên xercê têrorîsmê derxist.
Lê Kirîstofê Konz xwest ku qanûna boykotên dijî Îranê bê dirêjkirinê ta ku mkanîzmeke cidî jibo dewama boykotan hebe.
Li gorî nêrîna Amerîkayê, Îran hikûmetek e ku berpirsîyê qebûl nake. Gotinên vî sênatorê amerîkî jî vê nêrînê nîşan didin. Piştgirîya ji mafên gelên Filistîn, Yemenê û sekinîna Îranê li hemberî komên têrorîst li Iraq û Sûrîyê û her wisan mûşekên Balêstîk ên Îranê bi gumana Amerîkayê nîşan didin ku Îran berpirsîyê qebûl nake.
Ev helahela û propaganda dijî Îranê di rewşekê da ye ku li meseleya rêketinama navokî da Îranê di yeksala buhurî da erk û sozên xwe cih anîne li halekî ku alîyê imber nemaze Amerîkayê sozên xwe cih neanîne û beşeke boykotan hela jî maye û pirsgirêka danûistandina Îranê ligel bankên derve hela jî didome. Rayedarên Amerîkayê li sîyaseta xwe radigihînin ku tu berbendek ser rîya danûistandina bankî ligel Îranê tineye lê li piratîkê karekî dikin ku bank nawêrin danûistandinê ligel Îranê bikin.
Mesele eva ye ku dijminatî û bêsozîya Amerîkayê tenê rêketinama navokî nagire ber xwe û ev dijminatî hertim li gotin û helwestên rayedarên Amerîkayê eyan bûye. Ev nêrîna kûratîya kîn û dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê nîşan dide û li gorî gotina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî vê rastîyê nîşan dide ku zatê Amerîkayê neguherîye û li sekinîna li hemberî Îranê tu ferqek di navbera Dêmokirat û Komarxwazên Amerîkayê da tineye.