Berteka li hemberî derketina Ingilîzê ji nav Yeketiya Ewrûpa
Birêketina giştpirsiya pêr ya gelê Ingilîzê û derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpa bertekekên xwe yên berfireh hebûne, gelek kesan ev yeka erênî û li çarçêva berjiwendiyên Îngilîzê dane zanîn û gelekan jî ev yeka wekî zirareke mezin hem ji bo vî welatî hem jî ji bo YE dane zanîn.
David Kamêron serokwezîrê Ingilîzê piştî giştpirsiya vî welatî ku xelkê dengê erê dane derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpayê got: Bona gotûbêja li ser derketina Ingilîzê ji nav Yeketiya Ewrûpayê, Îngilîz hewcedarê dewleteke nû ye.
David Kamêron destnîşan kir; Ez kesê herî baş bona rênimûniya niha ya Ingilîzê nînim û serokwezîrê nû dê ji meha Oktobrê karê xwe destpê bike.
Kamêron bal kişande ser viya ku ew bona xêr û qazanca Ingilîzê heta çaxê derketina ji nav Yeketiya Ewrûpa jî dixebite got: Ez hîn jî bawerim ku endambûna Ingilîzê li nav Yeketiya Ewrûpa ji bo ewlehiya Ingilîzê baştir bû.
Fîlîp Hamond wezîrê karên derve yê Îngilîzê jî ecêbatiya xwe ji reyî û dengên xelkê vî welatî bi derketina ji nav Yeketiya Ewrûpa ragihand ku got: Vê biryarê cih û mewqiya Lundinê li cîhanê lawaz kir lê niha jî pêwîste ku em vê wezyeta nû qebûl bikin.
Wî got: Li mudehekî kurt pêwîste em karekê bikin ku ewlehî bizivire bazarê û paşê jî li ser xebat Ingilîzê û Yeketiya Ewrûpa biaxivin ta ku xêr û qazanca Ingilîzê baştir dabîn bike.
Para pirtire serokên welatên ewrûpî jî li hemberî netîca giştpirsiya Ingilîzê û derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpa bertek nîşan dan.
Firanswa Olan serokkomarê Firansayê jî li hemberî derketina Ingilîzê ji nav Yeketiya Ewrûpa got: Ev biryara Ingilîzê têxe nav xeribînekî girîng.
Angêla Mêrkêl serokwezîra Alman jî piştî ragihandina giştpirsiya xelkê Ingilîzê û derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpa got: Yeketiya Ewrûpa gelekê bi hêz û qawete û li wextekî pêwîst dê bersiva vê biryara gelê Ingilîzê bide.
Mêrkêl destnîşan kir; Ez bi xwe û dewleta Alman li vê barê dê bixebite.
Stefan Lovîn serokwezîrê Suêd jî ragihhand ku derketina Ingilîzê jî ragihand, derketina Ingilîzê ji nav Yeketiya Ewrûpa bi vê menayê ye ku Istukholmê şirîkekî xweye girîng li vê Yeketiyê ji dest da.
Seerokwezîrê Îtaliya jî li vê barê got: Pêwîste Yeketiya Ewrûpa piştî derketina Ingilîzê ji vê yeketiyê venêhrînek bavêje ser siyasetên xwe.
Barack Obama serokkomarê Amerîka jî piştî giştpirsiya Ingilîzê ku xelkê dengê erê dane derketina vî welatî ji nav Yeketiya Ewrûpa got: Ingilîz yek ji şirîkên girînge Amerîka ye û pêwîste ku rêz û hurmeta reyî û dengên xelkê Ingilîzêê bê ragirtin.
Wî ku pêştir li bara derketina Ingilîzê ji nav Yeketiya Ewrûpayê hişyarî dabû got: Ragirtina rêzûhurmeta reyî û dengên xelkê Ingilîzê wacibe û Waşîngton peywendiyên xwe tev Lundinê qut nake.
Ji aliyê dinve Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê reftara rû-wekî ya dewleta Ingilîzê bona birêxistina giştpirsiya derketina ji Yeketiya Ewrûpa rexne kir.
Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê ragihand ku ev reyî û dengên gelê Ingilîzê bi derketina ji nav Yeketiya Ewrûpayê ji ber siyasetên şaşe LLundinê li hemberî meselên girînge navnetewî ye û ev giştpirsiya û netîca wê ji ber siyasetên qureye Lundinê bû.
Serokkomarê Rûsiyayê destnîşan kir; Dûhatên vê giştpirsiyê dê demdirêj bin lê dem û gav pêwîste ta ku xêr û zererên vê biryarê kifş bibin.
Eva li halekî ye ku Donald Tosk serokê Konseya Ewropayê jî pêkutî kir ku YE`yê micid e ku tifaqa 27 welatên endam biparêze û qanûnên YE`yê yê hala li Ingilîsê cih bên.
Mark Karnî, serokê Banka Navendî ya Ingilîsê jî îro ragihand ku ev banka amade ye ku 250 milyard pondî (326 milyard Euro) bi merema garantîya dirafê pêwîst jibo karkirina li bazarê bi dû serketina rapirsîya derketina Ingilîsê ji YE`yê li bazarê parve bike.
Vîktor Orban serokwezîrê Mecaristanê îro ragihand ku mijara koçberîyê rola sereke li bereberê rapirsîya roja pêncşemê li Ingilîslê jibo derketina ji YE`yê hebû.
Vî rayedarê mecaristanî pêkutî kir ku gelê Ingilîsê ji sîyasetên YE`yê li hemberî qeyrana koçberîyê razî nebûn.
Bohoslaf Sobotka serokwezîrê komara Çêkê jî ragihand ku YE`yê divê piştî dengê erê yê gelê Ingilîsê jibo derketina ji vê yêketîyê, jibo zêdekirina piştgirîya ji welatîyên xwe bilez biguhere.
Mark Rotê serokwezîrê Holendê jî li bara biryara Ingilîsê jibo derketina ji YE`yê tekez kir ku ev biryara bêweger xûya dike lê ev pêvajoya yê demeke dirêj bigire ber xwe.
Şarl Mîşêl serokwezîrê Bêljîkê jî xwest ku civîna YE`yê di meha Tîrmeha 2016`an pêk bê.
Martîn Şûltz serokê Parlimana Ewropayê jî ragihand ku derketina Ingilîzê ji YE divê zûka pêk bê û rêz li vîyana dengderan bê girtin.
Serokê kempêyna derketina Inglîzê ji Yekîtiya Ewroapyê destnîşan kir: Serokwezîrê Inglîzê, Dêywîd Kamêron niha divê xwest û irada gel ji bo derketina ji vê yekîtiyê cih bîne.
Wî got: Gotûbêjên ji bo derketina Inglîzê ji yekîtiya Ewroapyê wê zûtirkê dest pê bibin.
Hêjayî gotinê ye ku berî viya hinek ji çavkaniyên nûçeyan qala ihtimala istîfaya Dêywîd Kamêron piştî diyarbûna derketina Inglîzê ji yekîtiya Ewroapyê kiribûn.
Wezîrên karên derve yên Holanda jî li bara tekûzbûna derketina Inglîzê ji Yekîtiya Ewroapyê nîgeraniya xwe diyar kirin.
Mêdyayên inglîzê jî cudabûna vî welatî ji yekîtiya Ewroapyê wek cudabûn û veqetiyaneke dîrokî dan zanîn.
Yekem bandora vê veqetiyanê kêmbûna ji sedî 20`ê ya bihayê pond aInglîzê bûye ku gihîştiye asta xwe ya herî jêrîn di heyama 30 salên buhurî da.
Ev encama giştpirsînê wê biyhayê par û pişkan li Borsa Londonê tûşî daketineke tund bike û wê bandoreke xerab jî li ser borsên rojhilata Asyayê bike.
Enstîtûya navebnetweyiya pîvandina ihtibarê ya Standard and Pours`ê ragiahnd ku Inglîz bio derketina ji Yekîtiya Ewroapyê ihtimal heye ku wê ihtibara xwe ya baş ji dest bide.