Dewama rewşa ewlehiyê û tepeserkirهnan li Behrêynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i226138-dewama_rewşa_ewlehiyê_û_tepeserkirهnan_li_behrêynê
Piştî jêstandina mafê hemwelatîtiyê ji şêx îsa Qasim, melayê nasyar ê behrêynî, wezareta dadweriyê ya Behrêynê xwest ku pêvajoya hilweşandina Civata Vifaqê bi tawana tişta ku `Amadekirina rewşê ji bo berfirehbûna têrorîsmê` da zanîn, were lezandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 24, 2016 17:07 Asia/Tehran
  • Dewama rewşa ewlehiyê û tepeserkirهnan li Behrêynê

Piştî jêstandina mafê hemwelatîtiyê ji şêx îsa Qasim, melayê nasyar ê behrêynî, wezareta dadweriyê ya Behrêynê xwest ku pêvajoya hilweşandina Civata Vifaqê bi tawana tişta ku `Amadekirina rewşê ji bo berfirehbûna têrorîsmê` da zanîn, were lezandin.

Nerazîtiyên gelê behrêynê li dijî rêjîma Alê Xelîfê ji 14`ê Adara 2011`an va dest pê bûn.

Li destpêka nerazîtiyan, çawaniya rûbirûbûna ligel nerazîtiyan bû mijareke girîng li nav binemala Alê Xelîfê. Komek bi serokatiya welîehdê Behrêynê xwest ku rêkarên siyasî û berçavgirtina daxwazên neraziyan şû komek din bi serokatiya serokwezîr xwest ku rêkarên ewlehiyê, tepeserkriina nerazîiyan û berçavnegiortina daxwazên wan pêk were.

Di dawiyê da bi piştgiriya Erebistana Siûdiyê ji rêkara ewlehiyê bi serokatiya serokwezîrê Behrêynê, dewleta Alêî Xelîfê şêwaza rûbirûbûna tund û tepeserkirina neraziyan kir mijara xwe ya sereke; Bi awayekî ku di heyama 64 mehên buhurî da tu rêkareke siyasî ya ciddî ji bo bidawîanîna qeyranê li Behrêynê nehat dayîn.

Yek ji rêkarên herî girîng ên ewlehiyê ku ji aliyê rêjîma Alê xelîfê va pêk hat, jêstandina mafê hemwelatîtiyê ji nerazî û kesayetiyên nasyar bi taybet melayên behrêynî ye. Siyaseta jêstandina mafê hermwelatîtiyê bi armanca siyaseta guhertina nijyara civakî û gelheya Behrêynê ye ku Alê Xelîfê bi taybet di heyama deh salên bihurî da bi awayekî ciddîtir ew bi kar aniye.

Li vî warî da, hikûmeta Behrêynê vê dawiyê mafê hemwelatîtiyê ji melayê nasyar ê şîe li vî welatî, şêx Îsa Qasim istand. Ev kirayar hikûmeta Alê Xelîfê tûşî dengvedana nerênî ya cîhanî bûye; Bi awayekî ku Amerîkayê ku bi xwe yek ji hevpeyman û piştgirên sereke yên rêjîma Alê xelîfê ye, rexneya xw eji vê birayrê ragiahndiye.

tevî viya, hikûmeta Alê Xelîfê ku dilniya ye tu pêngaveke ciddî ji aliyê welatên seranavçeyî û saziyên navneteweyî ji wan Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî van kiryaran pêk anyê, bêyî berçavgirtina lehiya nerazîtiyan, bi kiryareke teze xwestiye ku pêvajoya ghilweşandina Civata Vifaqa Behrêynê were lezandin.

Li ser vê esasê li pey daxwaza wezîrê dadweriyê yê Behrêynê, şêx Xalid Buin Elî Bin Evdillah Alê xelîfe, dadgeha bilind a idarî ya vî welatî civîna xwe ku biryar bû roja 6`ê Cotmeha 2016`an were lidarxist roja 24`ê Hezîrana 2016`an yanê derdora sê mehan zûtiorkê bi rê xist û ragihand ku dengê têkildar (Qedexetiya çalakî û desteserkrina mal û heyîtî û girêdana nivîsgeh û navendên Vifaqê) dê roja 4`ê Îlona 2016`an were ragiahndin.

Wer xuya dike ku hikûmneta Behrêynê biryara li bara hilweşandina Civata Vifaqê bi rawêjakriya hiklûmeta Erebistana Siûdiyê yan mînakwergirtina ji şêwaza dewleta Misrê li bara têrorîstzanîna Civata Ixvan El-Muslimînê û hilweşandina vê saziya hezkirî li Misrê girtiye ber xwe.

Wisa ku dewleta Sîsî li Misrê rêberên Civata Ixvan El-Muslimînê xistin zindanê û hikmên zindaniya hertim î heta hikma îdamnê li wan birrî, hiklûmeta Alêî Xelîfê jî şêx Elî Selman, sêkrêtêrê giştî yê Civata Vifaqê tawanbar kir û hikma 9 sal zindanê klê birrî.

Mijara girîng eva ye ku her çiqa sku hikûmeta Behrêynê şêwaza ewlehiyê li hemberî nerazî û rêxistinên medenî wek Civata Vifaqê gurrtir kir, vîn û irada nerazî û kesayetêî û saziyên siyasî yên behrêynî ji bo domadina nerazîtiyên dijî dewletê jî xurtir bûye.