Dengê Erê yê Birîtaniyan bo derketina ji Yekîtiya Ewroapyê
Ligel bidawîhatina giştpirsîna derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê ku roja pêncşemiyê, 23`ê hezîrana 2016`an hat birêxistin, diyar bû ku beşdarên birîtanyayî li giştpirsînê dengê xwe dane derketina ji Yeklîtiya Ewroapyê.
Ji sedî 48`ê beşdarên li giştpirsînê dengê xwe dane dewama endamtiyê û ji sedî 52`yê beşadaran jî deng dane derketina ji vê yekîtiyê. Encama lezgîn a vê giştpirsînê bû sebea daketina kêmdîtî ya bihayê pondê Ingilîsê heta nizimtirîn asta xwe ji sala 1985`an va. Encama vê giştpirsînê şokeyeke mezin li asta navxweyî, asta Ewropayê û li warê cîhanî pêk aniye.
Li gorî encama vê giştpirsînê, serxwebûnxwazên iskatlendî û Îrlenda Bakûr bi vîn û moraleke zêdetir dê li dû cudabûna ji Brîtanyayê herin. Di asta Ewroapyê da jî encama giştpirsîna Brîtanyayê dikare bibe destpêkek ji bo hilweşiyana Yekîtiya Ewroapyê. Dengê gelê Birîtanyayê bo derketina ji Yekîtiya Ewroapyê nigeranî li bara xurtkirina helwêsta dijberên endamtiya li yekîtiyê li welatên din ên endam û daxwaza wan ji bo birêxistina giştpirsîneke wek ya Birîtanyayê zêde kiriye.
Partî û siyasetvanên dijberê Yekîtiya Ewroapyê li gelek ji welatên endamên vê Yekîtiyê ji biryara gelê Birîtanyayê pêşwazî kirine û pesna wê yekê dane. Di asta navneteweyî jî encama vê giştpirsînê bûye sebeba nerazîtiya Amerîkayê ku hevpeymana stratijîk a Birîtanyayê ye. Bi taybet ku serokomarê Amerîkayê, Barak Obama li sfera xwe ya vê dawiyê bo Londonê ji birîtaniyan xwestibû ku li nav Yekîtiya Ewroapyê bimînin.
Tevî viya li gorî rapirsînên herî dawiyê ku berî birêxistina giştpirsînê pêk hatin û nîşana pêşengbûna dijberên derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewroapyê bûn, ev encama dihat pêşbînîkirin. Wer xuya dike ku egerên ku alîgirên derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê li rikeberiyeke çarmehî ku berî birêxistina giştpirsînê pêk hat, hilêxistin, raya piraniya gelê Birîtanyayê kişandine û di encamê da dengê wan bi dest xistine. Alîgirê derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewroapyê idiaya rayedarên dewletê bi taybet serokwezîrê Inglîzê, Dêywîd Kamêron li bara dûhatên nerênî yên endambûna vî welatî li Yekîtiuya Ewroapyê nedirust û dûrî rastiyê dan zanîn. Ji wan kesan Borîs Canson ji endamnên derecebilind ên Partiya Muhafizekar ku renge dewsa Kamêron bibe serokwezîr, tevî piştgiriya ji helwêstên alîgirên derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê gotibû ku ev yeka wê bibe sebeb ku kontrola diravê neteweyî hakimiyeta sînoran û pêşeroja abora Birîtanyayê careke din were bidestxistin. Canson piştgiriya Obama ji dewama endametîya Birîtanyayê li Yekîtiya Ewroapyê karekî xapînok da zanîn, ji ber ku li gorî gotina wî, Amerîka bi xwe endama Yekîtiya Ewroapyê nine, lê ji inglîziyan dixwaze ku qanûn, hakimiyet û serwerî, dirav û dêmokrasiya xwe bi dewama endamtiya li nav Yekîtiya Ewroapyê bikin qurbanî.
Di rastiyê da alîgirên derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê ji peyrewî û şopandina serbest û fermanderane ya Yekîtiya Ewroapyê ji Amerîkayê nerazî ne. Di eynî demê da, alîgirên derketina Inglîzê ji Yekîtiya Ewroapyê hertim li ser serpişkiyên malî û aborî yên derketina Inglîzê ji Yekîtiya Ewroapyê bi taybet filitîna Londonê ji dayîna salane ya bi milyaran dolarî bo vê yekîtiyê pêgirî kirine. Her viha bi saya cudabûna Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewroapyê wê mijara derkirrîna zêde ya vî welatî ji welatên Yekîtiya Ewroapyê bi awayekî berbiçav kêm bibe.
Alîgirên deketina ji Yekîtiya Ewropayê li ser vê bawerê ne ku derketina Inglîzê ji Yekîtiya Ewropayê wê geşepêdana aboriyê xurt bike û dewama endamtiya li Yekîtiya Ewroapyê bibe sebeba daketina aborî û zêdebûna hatina koçberan. Alîgirên derketina ji Yekîtiya Ewropayê bi bawer in ku beşa malî ya Inglîzê derveyî Yekîtiya Ewroapyê wê tûşî geşepêdan û mezinbûneke zêdetir bibe û wê bikare gotûbêjên teze ligel welatên din ên endamê bazara yekgirtî ya Ewroapyê pêk bîne.
Di eynî demê da alîgirên derketina Inglîzê ji bin desthilata Yekîtiya Ewroapyê bi taybet ji ber sepandina xwestekên vê yekîtiyê li mijarên wek wergirtina koçberan û mijarên têkildarî Mafên Mirovan nerazî ne. Niha bi dengê erê yê xelkê Ingilîsê li giştpirsîna derketina Birîtanyayê ji Yekîtiya Ewrioapyê, ev mijara bandoreke tekûz û diyarker a çarenivîsê ne tenê ji bo pêşeroja Inglîzê belkê Ewropa û heta cîhana rojavayî heye. Renge ji ber viya ye ku serokê komîsiyona siyaseta derve ya parlimana Ewroapyê, Olmêr Brok di meha Hezîrana 2016`an da hişiyarî da Inglîzê ku eger xwe ji Yekîtiya Ewropayê veqetîne, êdî riya vegerê jêra namîne. Li gorî gotina wî, dê ti gotûbêjeke teze li bara lihevkirina dubare ligel Inglîzê tinebe û Yekîtiya Ewroapyê nikare mînakeke visa ji bo welatên din jibo şopandina siyasete bi vî rengî pêk bîne.