Lampa kesk a Sênaya Amerîkayê li hember têrorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i225661-lampa_kesk_a_sênaya_amerîkayê_li_hember_têrorîstan
Sênaya Amerîkayê planên nû yên têkildarî kontrolkirina firotina sîlehan jibo gumanbarên têrorê ret kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2016 09:09 Asia/Tehran
  • Lampa kesk a Sênaya Amerîkayê li hember têrorîstan

Sênaya Amerîkayê planên nû yên têkildarî kontrolkirina firotina sîlehan jibo gumanbarên têrorê ret kirin.

Eva li halekî ye ku tenê çend rojan piştî êrişa ser klûba şevê li Orlandoyê ku di encamê da 50 kes hatin kuştinê û 54 kes jî birîndar bûn, hin hewldan li dezgeha qanûndanînê ya Amerîkayê destpê bûne ta ku bi sepandina berbendan, pêşiya bûyerên wek ya Orlandoyê bê girtin.

Di vî halî da, pirraniya Komarxwazên Sênayê bi rênîşanderî û piştevaniya lobiya Civata Netewî ya Tifngê ya Amerîkayê, rê nedan ku tu yek ji 4 planên ku ketin ber dengdanê, bê pejirandinê. Li yek ji planên hanê, kontrolkriina deqîq a rabhoriya bikirrên sîlehê hatibû kifşkirin. Zêdekirina bûca sîstemên kontrolkirina paşxana bikirran, derngiya li firotina sîlehan bo kesên ku navê wan di lîsteya çavdêriya ser têrorîstan û qedexeya firotna sîlehê bo gumanbarên têrorîstî ji planên din bûn ku tu yek j iwan nehatin pejirandin.

Neyarên van planan idia kirin ku ev plana hemî li dijî beşa duyem a zêdekirî ya li destûra bingehîn a Amerîkayê ya garantîkirina mafê bidestxistina azad a sîlehan jibo welatiyên amerîkî ne. Eva li halekî ye ku berevanên sîlehan li Amerîkayê dibêjin ku tu qanûnek nikare bidestxistina sîlehan, heta têrorîst û gumanbarên kiryarên têrorîstî jî ku bixwazin tifingê bi dest bixin, qedexe yan bisînor bike.

Li halekî ku li bara êrişa têrorstî ya herî dawiyê li axa Amerîkayê ango bûyera Orlandoyê, kifş bûye ku Umer Metîn jibo polîsên FBI`yê wek kesekî tundrê hatibû naskirinê.

Lê wî bi vê paşxeneya xwe karî ku çend rojan berî êrişa ser klûba homosêksoêlan, tifingê bikire û bûyera herî mezin a têrorîstî ya Amerîkayê piştî bûyera 11 Septembera 2011`ê pêk bîne.

Hin belge nîşan didin ku heke rabhoriya Umer Metîn dema kirrîna sîlehê bi awayekî deqîq bihata hilkolandinê, yan kirîna sîlehê ji aliyê wî va ji meimûrên FBI`yê ra bihata gotinê, renge bûyera Orlandoyê neqewimiya.

Bi her awayî kuştina 50 kesan li klûba şevê li Orlandoyê, bûyerek bêveger nîne. Lê eva ku Kongira Amerîkayê li hembrî gefên têrorîstî yên nav vî welatî pêngavekê ranake, bê şik yê bibe sedema dubarebûna bûyerên bi vî rengî.

Ji vir pê va, têrorîstên navxweyî û derveyî li Amerîkayê yê bi saya piştrastûna li warê bidestxistina azad û bê sînor a sîlehên curicur, yê bikaribin bûyerên xwînbartir û girantir ji bûyera êrişa li Orlandoyê pêk bînin. Têrorîst bi saya beşa duyem a ku li destûra bingehîn a Amerîkayê hatiye zêdekirinê, diçin dikanên firotina tifingan û bêyî dilgiraniya ji ber paşxaneya xwe tifingan dikirin û li her ciheke qerevbalix li Amerîkayê êrişî girseyan dikin û mirovan dikujin.

Helbet bi dû her yek ji van bûyerên xwînbar, merasima tazîdarî û hevderdiya ligel malbatên goriyan yê bê lidarxisitn û siyasetmedar jî dê gotinên bicoş û bihest bêjin.

Lê yê ev pirsa berdewam bê bersiv bimîne ku çawan welatê ku idiya rêvebiriya têkoşîna li hemberî têrorîsma navnetewî dike heta naxwaze yan nikare li axa xwe pêşiya gumanbarên têrorê di warê bidestxistina silehan bigire yan vê yekê bisînor bike.

Renge bersiv eva be ku dewama karkirina karistanên çêkirina tifingan û qazanckirina wan li Amerîkayê gellekî ji parastina canê insanan girîngtir bê hesabê, heta heke bikarînerên van tifingana, têrorîst ûgorî jî welatiyên amerîkî bin.