Amerîka û kêşeya terorîzma hundirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i224692-amerîka_û_kêşeya_terorîzma_hundirî
Serokkomarê Amerîka peywendiya navbera êrişa terorîstî ser klûpa şevane ya kesên hemoseksuel (hevzayendan) li Orolandoyê tev pîlanekî mezin a terorîstî ret kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2016 13:12 Asia/Tehran
  • Amerîka û kêşeya terorîzma hundirî

Serokkomarê Amerîka peywendiya navbera êrişa terorîstî ser klûpa şevane ya kesên hemoseksuel (hevzayendan) li Orolandoyê tev pîlanekî mezin a terorîstî ret kir.

Barack Obama serokkomarê Amerîka piştî civîna tev karbidestên ewlehiya vî welatî li press konferansa xwe ya tev nûçegihanan got: Wisa diyare ku Metîn Omer Metîn sebebkarê vê rûdawê ji teblîqatên kesên fanatîk li întêrnitê bona vê rûdawê tesîr girtiye û eva nîşana hebûna reftarên fanatîk li nav Amerîka ye.

Obama got: Pêwîste ku rêxistiyên terorîstî jinav herin..

Berbanga roja yekşemiyê, 12`ê Hezîrana 2016`an, kesekî bi navê Omer Metîn ku welatiyekî amerîkî yê bi eslê xwe efxanî ye, tevî gullereşandina li clûbeke şevane li bajarê Orolandoya 50 kes kuştin û 53 kes jî birîndar kirin ku tê gotin ev rûdawa piştî rûdawa 11 Septambra sala 2011 rûdawa herîxwînavî li nav Amerîka bûye.

Serokomarê Amerîkayê li bara bûyera gullereşandina mirinbar li Orolandoyê got ku ev bûyera kiryareke têrorîstî û nefretbar bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê ji zarê kanala têlêvîziyoniya CNN`ê, serokomarê Amerîkayê, Barak Obama li axaftina xwe li bara bûyera gullereşandina mirinbar a bajarê Orolandoya eyaleta Florîdayê, got: `Îro li welatê me opêrasiyona gullereşandina herî tal li dîrokê qewimiye û ev opêrasiyon kiryareke têrorsîtî û nefretbar bûye.`

Obama her wiha got: `Ev bûyera careke din bi bîr dixe ku heta çi astê rakirina çekan hêsan e. Em divê li vê barê biryarê bidin.`

Wî teniştokek avête kongreya Amerîkayê û her wiha got: `Elbete dest li ser destê xwe danîn û bêdengman jî bi xwe biryarek e!`

Obama bi gotina viya ku her cûre kiryara têrorîstî û nefretbar wê nirxên me neguherîne, her viha got: `Hîn tu helwêsta me li bara engîze û armanca ku ev bûyera pêk anî, tine. Em divê diyar bikin ku gelo têkiliya kesê bikuj ligel komên têrorîst hebûye yan na. Tişta ku ji bo me diyar e, ev kesa tijî nefretê bûye.

Piştî vê rûdawê carek din xetera xebata grûpên fanatîk li nav Amerîka kete rojevê lê hîn jî kifş nîne ku xîm û binyata êrişa ser klûpa şevane ya kesên Hemo seksoel terorîsta navxweyî bûye yan terorîsta derveyî ye.

Terseyî teblîqata berfireh a medyayên Amerîka, gefên ewlehiyê dijî welatiyên Amerîka pirtir hundirî bûye heta derveyî, helbet grûpên terorîstî yên wekî El-Qayide, DAIŞ, El-Şebab yan Bûkoheram hertim îdiaya şerê dijî Amerîka dikin û heta carna jî hinek êriş dijî hedefên Amerîka organîze kirine lê rastî evaye ku di nav Amerîka bi xwe da jî gelek bereyên fanatîk û terorîst hene.

Hejî gotinê ye ku ev grûp yan bereyên fanatîk yan terorîstî yên nav axa Amerîka her kîjan hedef û armancên xwe yên taybet hene.

Birek ji van grûpan dewleta Amerîka gendel dizanin û bawerin ku siyasetên dewleta Amerîka wekî gefekê ji bo azadiyên medenî li nav vî welatî ye, birek din jî li dû cudatiya nijadî ye , herwisa birek grûpên mezhebî jî bi dû hedef û armancên xwe yên mezhebî ne û qet wan ji kiryarên fanatîk tirs û xof tune.Ji aliyê dinve birek ji kesên fanatîk ji vê yekê hêrs bûne ku piştî cîhanî bûnê huviyeta amerîkî jinav diçe û qedr û qîmeta qanûna bingehîn q Amerîka ji menşûra Rêxistina Netewên Yekgirtî kêm bûye.

Herwisa birek ji rûdawên dine fanatîk li Amerîka qewimîne ku xîm û binyata wan kiryarên girêdayî bi qanûnên ser bi hemoseksoel yan jinavbirina zarokê zikê dayîkane

Li her hal , tu şik têda tune ku xîm û binyata reftarên fanatîk li nav Amerîka gelekin ew jî li welatê ku bio rehetî welatiyên amerîkî dikarin çek û sîlahan bînin dest.

Bi gotina serokkomarê Amerîka, bidest xistina çek û sîlahan li Amerîka rehet tir ji bidest xistina kitêbane.

Bi menayekî din li nav Amerîka eger kesek nerazî be yan nekaribe ji riya aşitîxwazane bigehêje xwesteka xwe çek û sîlahekê hidigire û birek ji xelkê dikuje.rûdawên wiha li nav Amerîka gelekê qewimîne.

Rûdawa bombdanîna li avahiya fediral a bajarê Oklahamasîtiyê yan gullehbarankirina kilîsaya postreşan li Çarlistonê ji van cure kiryarên terorîstî li nav axa Amerîka ne.

Para pirtire karbidestên ewlehiya Amerîka ji wan Canêt Napalîtano wezîrê berê yê ewlehiya netewî ya Amerîka gotine ku sekinîna li hemberî terorîzma hundirî dijwartir ji terorîzma derveyî ya grûpên wekî El-Qaidê û DAIŞ'ê ye.

Li van du dehekên bihurî para pirtir a xebata Amerîka dijî terorîzma navnetewî bûye û her çend ku Amerîka li birek babetan kariye hindek serketinan jî bîne dest lê rastî evaye ku terorîzma hundirî li nav axa Amerîka her diçe zêdetir dibe.ev wezyeta wisaye ku xurtek ku li nav axa Amerîka tê donyayê pê çek û sîlaha xwe gelek kesan dikuje, bi curekê ku ji vê rûdawê wekî rûdawa teroirîstî ya dîroka Amerîka piştî 11 Septambra 2001 nav diben.

Li vî halî koma têrorîst a DAIŞ`ê li rûpela xwe ya Twitter`ê idia kir ku sebekarê êrîşa mirinbar li bajarê Orolandoya Amerîkayê ji çeteyên vê koma têrorîst bûye.